4 şervanan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, 3 şervan di şerê li Bendava Tişînê de û şervanek jî li Kobaniyê di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.

Nasnameyên şervanan hatin eşkerekirin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên bi navê Çiya Hozan (Newroz  Cefer) a xelka Efrînê, Derwîşa Kurdistan (Murad Dag) ê xelkê Mêrdînê, Kemal Cûdî (Kemal Kinco) ê xelkê Kobaniyê di deşerê li Bendava Tişrînê de  Berxwedan Kobanê (Tewfîq Ebdulrezaq Heto) ê xelkê Kobaniyê jî di qezayeke leşkerî de li Kobaniyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê 3 şervanan 16ê Kanûna Paşîn a 2025an canê xwe ji dest daye lê Berxwedan Kobanê 18ê Çiriya Paşîn a 2015an canê xwe ji dest daye.

HSDyê ji malbatên şervanan re sersaxî sexwest û soza şopandina rêya wan da.