Li Bane û Bokanê qezayên trafîkê: Di rojekê de 9 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê û li ser rêya di navbera Bane û Seqizê yên Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de bi giştî 9 kes mirin.

Li Bokana ku bi ser Urmiyeyê ve ye di nava 24 saetên dawî de di 3 qezayên cuda de 4 kes mirin.

Yek ji qezayan doh li ser rêya Bokan-Miyanduawê di navbera 2 otomobîlan de çêbû.

Birêvebirê Parastina Sivîlan a Bokanê Resûl Merûfî ragihand ku di encama qezayê de her du şofêr jî li cihê bûyerê mirine.

Merûfî her wiha diyar kir ku di qezayeke din de motorsîkletekê li xwendekarekî 16 salî daye û ji ber giraniya birînan, xwendekar miriye.

Li aliyê din, otomobîlekê li zilamekî 60 salî daye û ew zilam jî li nexweşxaneyê miriye.

Li gorî amarên Dadweriya Tibê ya Urmiyeyê ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Tîrmeha 2025an, di nava 4 mehan de li Urmiyeyê 241 kes di qezayên trafîkê de mirine û 3 hezar û 942 kes jî birîndar bûne.

Li ser rêya Bane-Seqizê 5 kes mirin

Her wiha şeva borî li ser rêya Bane-Seqizê li nêzîkî gundê Qûrî Çayê di qezayeke trafîkê de 5 kes mirin.

Birêvebirê Xizmetên Lezgîn ê Sineyê Babek Hudaî ragihand ku qeza di encama lihevketina otomobîlekê û barhilgirekê de çêbûye.

Hudaî da zanîn ku ji ber dijwariya qezayê 3 kes li cihê bûyerê mirine û 2 kes jî li Nexweşxaneya Baneyê, ji ber giraniya birînên xwe mirine.

Sedema qezayê hîn ne diyar e û polîsê trafîkê derbarê bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî amarên Dadweriya Tibê ya Îranê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.