Li Mêrdînê du alî bi çekan bi hev ketin: 3 jê giran, 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di pevçûna bi çekan a di navbera du aliyan de 6 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e.

Pevçûn li taxa Şarê ya navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.

Nîqaşa ku ji ber sedemeke nediyar derket di navbera du aliyan de derket di demeke kurt de veguherî pevçûna bi çekan.

Di pevçûnê de Y.O, B.E, N.O, C.O, S.O. û F.A. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Mêrdînê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.