RAPERÎN - Wezaretê 6 şaredar guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê, erkên serokatiyê ya 6 şaredariyan hatin guhertin û hejmarek serokên nû bi wekalet dest bi kar kir.

Birêvebirê Giştî yê Şaredariyên Îdareya Serbixwe ya Raperînê Rêbaz Pîrot di konferanseke rojnamegeriyê de guhertinên di erkên serokatiyê ya 6 şaredariyan de ragihand.

Rêbaz Pîrot guhertinên ku hatine kirin wiha anî ziman:

Qeladizê: Aram Mihemed ji erk hat dûrxistin û li şûna wî Bextyar Ehmedê ku berê Serokê Şaredariya Helşoyê bû, bi wekalet hatiye destnîşankirin.

Helşo: Sefa Mihemed Ehmed li şûna Bextyar Ehmed wekî serokê şaredariyê yê bi wekalet dest bi kar kiriye.

Jarawe: Îsmaîl Osman li şûna Rêzan Xidir, bi wekalet bûye serokê şaredariya nahiyeyê.

Çwarqurne: Hesen Zirar ji erk hatiye dûrxistin û li şûna wî Awdêr Mihemed Resûl bi wekalet hatiye danîn.

Serkepkan: Sîrwan Mihemed li şûna Mewlûd Hemed Ehmed wekî serokê şaredariyê yê bi wekalet dest bi kar kiriye.

Haciyawe: Remzî Xalid li şûna Siwar Fetah wekî serokê şaredariyê yê bi wekalet hatiye destnîşankirin.

Birêvebirê Giştî yê Şaredariyên Raperînê her wiha eşkere kir ku ev guhertin di çarçoveya siyaseta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya di nav kabîneya hikûmetê de ne.

Guhertin bi fermana wezaretê û îmzeya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî hatine kirin û ferman 14ê mehê ketiye meriyetê.