Ambulans û otomobîlek li hev qelibîn: 8 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Samsatê yai parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ambulansa ku nexweş vediguhast û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Îro li nêzîkê gundê Sêlikê yê Samsatê ambulansa şofêrê H.B.Ç. diajot û otomobîlek li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 3 karmendên tenduristiyê û 5 kesên din birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê her 8 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên li Semsûrê.