Serok Barzanî pîrozbahî li Babe Şêxê Kurdên Êzidî kir

19-11-2020
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Babe Şêx Şêx Elî Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya destbikarbûna Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir û hêviya xwe derbirî ku “danîna Babe Şêxê nû bibê hevêna yekrêzî û tebayiyê di nava civaka Êzidî û Êzidxanê de.” Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de piştevaniya xwe ji Babe Şêx re ragihand.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi helkefta danîna Baba Şêxê nû yê ola Êzidiyan pîrozbahiyên germ pêşkêşî Mîr Hazim û Civata Ruhanî û hemû xwîşk û birayên me yên Êzidî dikim.”

Serok Barzanî hêviya xwe jî tîne ziman ku “danîna Baba Şêxê nû bibê hevêna yekrêzî û tebayiya di nava civaka Êzidî û Êzidxanê de û bibê dergehê xêr û derbasbûna ji êş û azar û jiyana koçberiyê û dawî hatina ferman û jenosaydkirina Kurdên Êzidî.”

Di peyama xwe de Serok Barzanî dibêje, “Pîrozbahiyeke taybet li Baba Şêx Elî dikim û hêvîdarim di erkê xwe yê nû da yê serkeftî be û xizmeta civak û ola Êzidiyan bike.”

Herwiha di dawiya peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî tekezî “li ser parastina taybetmendiya ola Êzidiyan û hemû pêkhatên din yên Kurdistanê” dike û diyar dike “pêdivî ye giyanê pêkvejiyanê û hevdûqebulkirina li Kurdistanê mukimtir û bihêztir bibe.”

Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Babe Şêxê Kurdên Êzidî kir û got, “Bi boneya danîna birêz Şêx Elî Elyas wek Baba Şêxê Êzidiyan, ez pîrozbahiyên germ arasteyî Mîr Hazim, Baba Şêx Elî, Civata Ruhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim.”

Mesrûr Barzanî hêviya xwe derbirî ku “Baba Şêx di erkê xwe yê nû de serkeftî be û bikaribe xizmeta civak û ola Êzidiyan bike” û piştgiriya xwe ji Şêx Elî re ragihand.

Herwiha Mesrûr Barzanî dibêje, “Ez hêvîdar im tijekirina vê pileya olî û ev bûyer di jîyana ola Êzidiyan de bibe hêviya yekrêzî û tabahî di nava civaka Êzidî û Êzidxanê de û bibe derfetek ji bo ji derbasbûna jiyana koçberan û piştî hatina tevahiya nexweşiyan û vegerandina koçberan ji bo cih û warên xwe û avedankirina deverên Êzidiyan.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê “rijd e li ser parastin û rêzgirtina taybetmendiya ola Êzidî û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê ji bo bihêzkirina giyana pêkvejiyanê.”

Li Perestgeha Lalişê duh merasîmek bi boneya nasandin û destbikarbûna Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas hat sazkirin. Di çarçova wê merasîmê de Şêx Elî cilûbergên Babe Şêxiyê li xwe kirin û ji aliyê Mîr Hazim Tehsîn Beg ve hat xelatkirin.

Şêx Elî Şêx Îlyas 45 roj piştî koça dawî ya Babe Şêx Xirto, roja 14.11.2020 bi amadebûna nêzikî 250 kesayetên Kurdên Êzidî û Civata Rûhanî wek Babe Şêxê nû yê Kurdên hat destnîşankirin.

Hejmara Kurdên Êzidî nêzikî 1 milyon e û 550 hezar ji wan li Başûrê Kurdistanê dijîn.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyanm Babe Şêx rêberê yekem e û dibe endamê Encûmena Rûhanî.

Şêx Xirto Hacî Îsmaîl, Babe Şêxê berê yê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan, roja 01.10.2020an di 87 saliya xwe de bi nexweşiyê koça dawî kiribû.

Babe Şêxê Kurdên Êzidî Şêx Elî Şêx Îlyas kî ye?

Şêx Elî Şêx Îlyas sala 05.12.1979an li qezaya Şêxan ji malbateke olî dayîk bûye û ji heman malbata olî ya Şêx Fexrî Adya ye.

Şêx Elî xelkê komelgeha Şêxka ye, bavê 4 zarokan e û heta qonaxa seretayî xwendiye. Ji zaroktiya xwe ve fêrî qewl û beytên olî bûye. Bapîrê wî Hecî Nasir ji 1920 ta 1954 Babe Şêx bû. Bavê wî Şêx Îlyas ji 1977 ta 1995an Babe Şêx bû.

Şêx Îlyas piştî mirina bavê xwe çûye Perestgeha Lalişê xizmet kiriye.

Babe Şêxê Kurdên Êzidî di yekem peyama xwe de ji Rûdawê re behsa rizgarbûyên destê DAIŞê kir û tekez kir ku Babe Şêxê berê keçên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin wek pîroz binav kirine û diyar kir,  “em jî pîroz dibînin û her cihê ku em biçinê em dê peyama wan bigihînin cîhanê. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst