Termê Firset Sofî li Hewlêrê hat veşartin
Hewlêr (Rûdaw) - Termê Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî îro bi balafireke taybet ji Enqere ya paytexta Tirkiyê bo Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat vegerandin û di merasimeke fermî de bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek berpirsên din pêşwaz lê hat kirin û paşê li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.
Vê sibehê demijmêr 07:00 cezaneyê Dr. Firest Sofî ji morga nexweşxaneya Memorial a Enqerê hat derxistin û ber bi balafiexaneya Esen Boga ya Enqerê ve hat birêkirin û derdora demjimêr 09:30 jî ji wir ve bo Hewlêrê hat vegerandin.
Li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, bi merasimeke fermî û mezin pêşwazî li termê Dr. Firset Sofî hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, tevî kur û keçên Firset Sofî û malbata wî û çendîn berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û nûnerên welatan di wê merasîmê de amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima pêşwazîkirina li termê Dr. Firset Sofî de gotarek pêşkêş kir û ragihand, Dr. Firset Sofî bi tevlîbûna wî li gel xem û êşên xelkê, bi karkirina ji bo nehiştina kêmasiyan, ji aliyê xelkê ve hezkirî bû û da xuyakirin, “navê Dr. Firset Sofî dê hertim bi jêhatîbûn û dilsoziya wî di bîreweriya me û xelkê Kurdistanê û Hewlêrê de zindî bimîne.”
Nêçîrvan Barzanî got, “Dr. Firset Sofî evqas ketibû di dilê xelkê de ku gelek kesan, ew weke stêrkek ji stêrkên esmanê Hewlêrê bi nav kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, Dr Firset ji malbateke niştîmanperwer hate dinyayê û mezin bû, zanîna wî gelekî ji temenê wî mezintir bû û da zanîn, “Dr. Firset Sofî mînaka destpakî, niştimanperwerî û xemxoriya ji bo welat bû.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ji ber karzanî û cidîbûna wî, di hemû erkên ku pê dihat spartin de, serkeftî bû û dema li parlamentoyê jî bû, ew cihê baweriya xelkê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê herweha ragihand, dema karkirina wî weke parêzgar kêm bû, eger na dê karên zêdetir ji Dr. Firset Sofî bihata dîtin.
Piştî wê merasîmê jî termê Dr. Firset Sofî ji bo mala wî ya li Hewlêrê hat veguhestin û kesûkarên wî xatira dawî jê xwestin û piştre jî bo goristana Şêx Ehmed a bajarê Hewlêrê hat veguhestin û bi beşdariya hejmareke zêde ya dost û nasên wî hat veşartin.
Dr. Ferset Sofî 41mîn parêzgarê Hewlêrê bû, û di demeke kêm de gelek proje û kar û xizmet pêşkêşî xelkê Hewlêrê kirin.
Roja 19ê Cotmeha bihorî, piştî encamdana pişkinînê, derketibû ku parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî bi Coronayê ketiye, û ji ber rewşa wî ya tendirustî ya giran, ew ji bo Tirkiyê hatibû veguhastin, ku duh serê sibehê, di temenê 42 saliyê de, koça dawî kir.