Îlham Ehmed: Divê sîstema navendî ya Sûriyeyê biguhere û destûreke nû bê nivîsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, heta ku pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka jinê bi awayekî bingehîn neyên çareserkirin, li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê aştiyeke mayînde pêk nayê.

Îlham Ehmed beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê hat lidarxistin.

Îlham Ehmedê di destpêka axaftina xwe de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê kir û bal kişand ser sedemên bingehîn ên şer û aloziyan.

“Du pirsgirêkên bingehîn hene”

Îlhamê diyar kir ku ji bo aştiyê du pirsgirêkên bingehîn hene û got:

“Yek jê pirsgirêka neteweyan e, di serî de pirsgirêka Kurdan ku bi dehên salan e mafên wî hatine binpêkirin û înkarkirin.

Ya din jî pirsgirêka jinê ye, ku ew jî yek ji sedemên sereke ye ku di nava malbat, civak û dewletê de aştî çênebe.”

Wê amaje bi wê yekê kir ku sîstema navendî ya ku li ser bingeha “yek ziman û yek reng” hatiye avakirin, hemû çand û pêkhateyên din diçewisîne û ev yek bi xwe sedema şer e.

“Divê destûreke nû hebe û jin beşdar bibin”

Wê li ser gavên çareseriyê got ku divê destûreke nû ya bingehîn û demokratîk bê amadekirin ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Wê her wiha bal kişand ser girîngiya hevparî û parvekirina desthilatê û got:

“Divê birêvebiriya Sûriyeyê li ser bingeha hevbeşiyê be ne ku tenê ji navendekê biryar bên dayîn.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê û got:

“Aştiyeke ku jin tê de nebe, nabe aştiyeke mayînde. Divê jin di hemû navendên biryarê de cih bigirin û ev yek ne tenê bi awayekî sembolîk be.”