Li Amedê ciwanekî dayîk û birayê xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê ciwanê 18 salî bi tifingê dayîk û birayê xwe kuştin.

Kesekî ji Amedê ku li Enqereyê dixebitê, piştî ku bi telefonê negihişt hevjîna xwe û kurên xwe yên li Amedê, mirovên xwe ji rewşê agahdar kirin.

Mirovên wî yên ku çûne mala wî di destê kurê wî yê bi navê E.T. yê 18 salî de tifing dîtiye û li ser vê yekê polîs û tîmên tenduristiyê agahdar kirine.

Polîs çûn cihê bûyerê û piştî ku ketin malê Îlknur T.ya 52 salî û Onur T.yê 26 salî li ser cihê wan bi kuştî dîtin.

Di lêkolînên tîmên tenduristiyê de diyar bû ku dayîk û kur bi guleyên ku li serê wan ketine hatine kuştin.

Tîmên tenduristiyê termên Îlknur T. û kurê wê Onur ji bo karên otopsiyê veguhastin Saziya Bijîşkiyê ya Dadî ya Amedê.

E.T.yê ku dixwest bi heman tifingê xwe bikuje li parka li cem mala wan hat desteserkirin.