Li Mêrdînê qeza: 3 kes birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artûkluyê ya Mêrdînê, otomobîlek wergeriya çem û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Artûkluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji kontrola şofêr derket û wergeriya çem.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê de H.A. (27), B.A. (51) û S.A. (25) birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.