Fraksyonên kurdistanî sibê biryara xwe ya dawîn didin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokên fraksyonên kurdistanî û endamên kurd ên komîetyên bergirî û darayî yên Parlamentoya Iraqê civîneke amadekariyê dikin, da ku bernameyeke kar bo çawaniya civîna li gel Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê diyar bikin. Serokên fraksyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê jî li ser wê yekê ku gelo dê beşdarî civînê bibin an an, xwe yekalî dikin.

 

Biryar e roja çarşemiya bihê 21ê Kanûna 2016ê, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê û serokên fraksyonên kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê, derbarê yasaya bûdceya Iraqê bo sala 2017ê bicivin û gotûbêjê derbarê qazanc û zirarên bûdceyê bo Herêma Kurdistanê bikin.

 

Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, Musenna Emîn ji Rûdawê re ragihand, fraksyonên kurdistanî dê destpêkê civîneke navxweyî bo amadekariyên ji bo civîna li gel Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê saz bikin.

 

Musenna Emîn got, civîna wan a amadekariyê dê roja 20ê Kanûnê û li ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê birêve diçe. Emîn herwiha da xuyakirin, wan weke Fraksyona Yekgirtûyê biryar daye, ku beşdarî di Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê de bikin.

 

Serokê Fraksyona Yekgirtûyê tekez kir, ku civîna amadekarî ya fraksyonan a li Silêmaniyê dê bandorê li ser yekalîbûna beşdarbûna çend fraksyonan di civîna li gel Encumena Wezîran de hebe.