Koçberên Serê Kaniyê di rewşeke zehmet de dijîn

Heseke (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê yên li bajarê Hesekê di rewşeke xerab de dijîn û heta niha sûtemenî jî bi ser wan koçberan nehatiye dabeşkirin. Dayikeke jî behsa zehmetiya jiyana koçberiyê dike.

Koçbera bi navê Zelîxa Hisên bi zarok û neviyên xwe re behsa Serê Kaniyê û zehmetiya jiyana konan dike taybet di demsala zivistanê de.

Zelîxa Hisên, koçber, dibêje, “Lawê me şehîd ket, me laşê wî jî nedît,  erdê me hebû her tiştê me hebû lê em bi cilê xwe hatin, sope lazim e,  mazot lazim e, xercî tune, zarok hûr in.”

Heya niha ne sope û ne sûtemenî bi ser koçberan de hatiye dabeşkirin,  beşek ji xelkê, ji kîs xwe pêdawistiyên germkirinê kirîne, lê gelek  hejar jî di kampê de hene ku hejmara nişteciyên wê 1750 malbatî derbas  dike.

Ezîzî Şêx Sînan, koçber, diyar dike, “Dibêjin îro sibe, lê tiştekî ji me re nayînin, ez ji Serê Kaniyê me, zarokê min ji serma qeflî ne, ne sope û ne mazot, destê keça min bûye bûz, em nema tehmûl dikin.”

Karîna Rêveberiya Xweser derbarê xwedîkirina koçberan piştî rawestandina alîkariyên NY, sînordar bûye, ew li benda rêxistineke  mirovî ne ku xwe bide ber.

Yûsif Şêxmûs Dawê, Hevserokê Kampa Serê Kaniyê, dibêje, “Her malbatek  wê sope jêre bê dabînkirin, mazot jî ji 10, 15 yan 25 lître bê  destnîşankirin, bi awayekî rojane yan heftane, em dereng mane ji ber  ku heya niha ti rêxistinan alîkariya me nekiriye.”

Kon hîn valane û ji bo wan koçberan hatine amadekirin yên ku di nava  dibistanan de dijîn, ev jî di demekê de ye ku hejmara giştî ya welatiyên Serê Kaniyê ku di dema şer de ji malên xwe derketine, gihîşt  150 hezar kesî.