Ji Kampa Holê ber bi girtîgeha Parîsê ve: DAIŞiya Fransiz 10 sal ceza xwar

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Tawanan a Parîsê, bi tohmeta endamtiya DAIŞê 10 sal cezayê girtîgehê li jineke Fransiz birî ku ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegeriyabû wî welatî.

Darziandina Carole Sunê sê rojan ajot. Bi tohmeta piştgiriya "çeteyên şerker û terorîst", dadgehê biryar da ku ew welatiya Fransayê 10 salan di girtîgehê de bimîne û li girtîgehê tedawî bibe.

Carole Sun, Tîrmeha 2014an dema ku 18 salî bû çûbû Sûriyeyê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kanûna Pêşîn a 2017an di dema şerê DAIŞê û serkeftina li ser wê rêxistinê de ew girtibû.

Vegera Fransayê

Sun di 30 saliya xwe de, 5ê Tîrmeha 2022yan vegeriya Fransayê.

Ew bi karwanê yekem ê jin û zarokên DAIŞê yên ku ji Kampa Holê hatin vegerandin re şandin Fransayê.

Di encama lêpirsînan de derket holê ku ew jina Fransiz bi rêya torên medyaya civakî ketiye bin bandora propagandaya DAIŞê.

Wê di îfadeya xwe de diyar kir ku sedema tevlîbûna wê ya nav DAIŞê "şoka derûnî" bûye ku di jiyana xwe de tûşî bûye, di nav de destdirêjiya bikom a di 14 saliyê de.

“Pêwendiya wê bi êrişkaran re hebûye”

Dadgeha Parîsê ragihand, "Tawanbar di nav malbateke kevneperest a Xiristiyan de li derdora Parîsê mezin bûye.

Di dema mana xwe ya li Sûriyeyê de pêwendiya wê bi hinek kesan re hebûye ku bi hovîtiyê dihatin naskirin an jî di eniyên şer de ji bo DAIŞê şer kirine.

Hejmarek ji wan planker û bicihkerên êrişa 13ê Mijdara 2015an bûne."

Di nav kesên ku dadgehê navê wan hilda de Selahedîn Guitone heye.

Zewaca wan 10 rojan ajot

Carole bi rêya Facebookê Selahedîn nas kiriye û di mikurhatinên xwe de dibêje, "xweşik û dilovan bû."

Carole pê re zewiciye û bi hev re çûne Sûriyeyê lê zewaca wan tenê 10 rojan ajotiye, çimkî Guitone di şer de hatiye kuştin.

Jina Fransî cara duyem di nav DAIŞê de bi kesekî ji îstixbarata rêxistinê re zewiciye.

Di nameyekê de ku wê demê ji dayîka xwe re nivîsiye, wiha dibêje, "Hevjînê min xayînan tune dike, li Îraqê hatiye girtin."

Jinên Fransî sêyeka wan welatiyên Fransayê pêk dianîn ku tevlî DAIŞê bûne.

Nêzîkî hezar û 500 welatiyên Fransayê tevlî refên rêxistinê yên li Îraq û Sûriyeyê bûbûn.

Heta niha 160 kes ji wan hatine vegerandin. Ji 2017an ve 30 kes ji wan Fransizên ku çûbûn nav DAIŞê bi girtîgehê hatine cezakirin û beşek ji wan jî di dadgehan de cezayên siviktir wergirtine.