SILÊMANÎ - 3 bira û pismamek hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Xalebewê yê qezaya Rizgariyê ya Silêmaniyê 3 bira û pismamek hatin kuştin.

Li gundê Xalebewê yê qezaya Rizgariyê ya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê (Silêmanî) di navbera du malbatan de şer derket.

Qeymeqamê Rizgariyê Cemal Mam Salih ji Rûdawê re ragihand ku 4 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar in û got:

"Pirsgirêka milkdariyê di navbera her du malbatan de hebû û dosyeya wan li dadgehê bû lê îro beriya ku dosye çareser bibe, şer derket û 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn."

Li gorî agahiyên Rûdawê, sê ji kuştiyan bira ne û yê din jî pismamê wan e.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn, du kes hatine desteserkirin ku bi bûyerê re pêwendîdar in.

Xizmekî kuştiyan ji Rûdawê re got, navê sê birayên ku hatine kuştin Fereydûn, Bêstûn û Ferhad e û navê bavê wan Hesen Qadir e.

Li gorî wî xizmî, berê di navbera wan her du malbatan de pirsgirêk hebû lê pişt re li hev hatine.

Wî çavkaniyî ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa yekî ji birîndaran baş e lê sê gule li yê din ketine û rewşa wî ne baş e.