Google Mapsê Kerkûk ji nav Kurdistanê derxist
Hewlêr (Rûdaw) - Nexşeya Googleyê (Google Maps) di guherîna xwe ya herî nû de bajarê Kerkûkê û gelek deverên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji sînorê dîjîtal ê Herêma Kurdistanê derxistin.
Google Mapsê meha borî ew xistibûn nav sînorên Herêma Kurdistanê.
Guherîn çi ne?
Niha dema ku li Google Mapsê li navê Herêma Kurdistanê tê geriyan, sînor bi xeteke sor a qutbûyî hatiye kişandin û bajar û bajarokên Kerkûk, Xaneqîn, Pirde û Xurmatûyê li derveyî sînor nîşan dide.
Meha borî ev dever li gel Kifrî, Mexmûr, Guwêr, Başîk, Behzan, Tilsiqof, Zumar, Eyn Zale û Xanikê, wekî beşek ji sînorê Herêma Kurdistanê hatibûn diyarkirin.
Lê we demê jî Şingal û beşeke Deşta Nînowayê li derveyî sînor mabûn.
Sedem çi ye?
Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo zanîna sedema vê guherînê, pêwendî bi Kompanyaya Googleyê re kir lê bersiveke bilez nehat dayîn.
Bipêşdebirê sereke yê Google Mapsê yê li Başûrê Kurdistanê Diyar Bekir ji Rûdawê re ragihand, hîn sedema teknîk a rakirinê ne diyar e û ji tîma Googleyê bersiveke fermî negihiştiye destê wan.
Diyar Bekirê ku ji sala 2017an ve wekî xwebexş ji bo çespandina nasnameya Kurdî ya cih û waran li Googleyê dixebite, amaje bi wê yekê kir ku bi baweriya wî ev derxistin "demkî ye" û Google carinan guherînên bi vî rengî dike.
Diyar berê ragihandibû, zêdekirina wan deveran li ser însiyatîva wî bûye û li forumeke Googleyê ya li Polonyayê pêşniyara xwe pêşkêş kiribû.
Googleyê cara yekem îlona îsal sînorê Herêma Kurdistanê diyar kir ku wê demê hemû deverên nakok li derveyî sînor bûn.
Destûra Îraqê ji aliyê yasayî ve Herêma Kurdistanê wekî pêkhateyeke federal nas dike lê heta niha sînorê wê bi temamî nehatiye çareserkirin.
Deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Kerkûk û çend cihên Nînowa (Mûsil), Diyala û Selahedînê, dikevin çarçoveya Madeya 140î ya Destûra Îraqê ku divabû heta sala 2007an bi rêya asayîkirin, serjimêrî û referandûmê çarenivîsa wan hatiba diyarkirin.
Lê heta niha ew made nehatiye bicihanîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî daxwaza bicihanîna wê dike.