Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye.
Nivîskar Dilawerê Zengî bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên derbarê rewşa zimanê Kurdî, perwerde û çanda xwendinê bersivandin.
Zengî bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî û diyar kir ku ziman bêyî perwerdeyê bi pêş nakeve.
"Xewna Xanî û Cizîrî hat cih"
Dilawerê Zengî destnîşan kir ku ev cara yekem e li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxa perwerdeyê dibe û got:
"Ji bo me serbilindî ye ku zarok Ey Reqîbê dibêjin û diçin bi zimanê xwe dixwînin. Xewna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj hat cih."
"Ragihandin tedeyê li zimanê Kurdî dike"
Nivîskarê Kurd rexne li zimanê ku di dezgehên ragihandinê de tê bikaranîn girtin û da zanîn ku gelek bêje şaş tên bikaranîn û got:
"Zimanê ragihandinê gelekî lawaz e, gelek bêje ne di cihê xwe de tên bikaranîn. Ragihandin gelekî tedeyê li zimanê Kurdî dike.
Ragihandin wekî şûrekî ye ku her du aliyê wî tûj in, wextê yu şaş bi kar bînî dibe ku tu xwe birîndar bikî."
Her wiha wî amaje pê kir ku bandora partiyên siyasî li ser yekîtiyên zimên heye û ew sazî ne serbixwe ne.
"Nivîskarên me jî naxwînin"
Dilawerê Zengî li ser rewşa çapkirina pirtûkan û xwendinê jî nirxandinên balkêş kirin.
Zengî diyar kir ku di warê hejmara pirtûkan de "şoreşek" heye lê pirsgirêka naverokê heye û wiha pê de çû:
"Divê cihek hebe ku pirtûkan berî çapê ji aliyê zimên ve kontrol bike û heta ku mohra wan lê nekeve divê pirtûk neyên çapkirin. SZK (Saziya Zimanê Kurdî) vî karî nake."
Dilawerê Zengî herî dawî gazin ji nebûna xwendevanan kirin û got:
"Xwendevan nînin. Em pirtûkên xwe ji xwe re çap dikin. Ne tenê xelk, nivîskarên me jî naxwînin."