TAYBET - Destxeteke nû ya Îhsan Nûrî Paşa hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Destxeteke Fermandarê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa ku yek ji aktorên herî girîng ên dîroka Kurdan e hat dîtin.

Hat tesbîtkirin ku "Beyanname" orîjînal e, fîlîgran li ser heye û mohrên Komara Agiriyê li ser in, ji aliyê koleksiyoneronekî ve li Enqereyê hatiye kirîn.

Dîroknas Sedat Ulugana li ser beyannameya ku koleksiyoner li Enqereyê ji sehafekî kiriye lêkolîn kir û diyar kir ku ji sedî 99 hatiye fêmkirin ku belge destxeta Îhsan Nûrî Paşa ye.

Di beyannameyê de ku hat zanîn di navbera salên 1928-1931ê de ji terekeya (belgeya mîratê) Waliyê Agiriyê yê wê demê Îbrahîm Ethem Akinci derketiye, Îhsan Nûrî Paşa bangî gel dike û daxwazê ji leşkerên Kurd ên di nav artêşê de dike ku teslîmî wan bibin.

Xoybûn û dewlet di heman belgeyê de ne

Di encama analîza berawirdî ya bi raporên teyîdkirî yên di arşîvên Taşnakê de, hat tesbîtkirin ku metn şêwaza destxeta şexsî ya Fermandarê Giştî yê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa yek bi yek nîşan dide.

Di heman demê de, bidestxistin û arşîvkirina wê ya ji aliyê dewletê ve jî cudahiyeke girîng dihewîne.

Bi vî awayî cara ewil e ku mohr û nîşanên dewletê û Xoybûnê di heman belgeyê de cih digirin.

Referansên olî yên di naveroka vê Beyannameya Xoybûnê de ku dîroka 11ê Tîrmeha 1930î li ser e, ji ber ku Xoybûn tevgereke sekuler e balê dikişînin.

Di beyannameyê de Îhsan Nûrî Paşa diyar dike ku leşker ref bi ref beşdarî wan dibin û balê dikişîne ser wê yekê ku tevgerê bi giştî serkeftinên mezin bi dest xistine.

Di beyannameya ku 2yê Tebaxê ketiye destê dewletê û ev yek jî delîlê çalakiya tora îstixbaratê ya dewletê ya wê demê ye, Îhsan Nûrî Paşa wiha bang dike:

Beyanname Agirî (11ê Tîrmehê) … Xoybûn…

Civata Welatê Kurda

Hewêrge 1

"Gelê birûmet! Zarokên me yên leşker,

Komara Enqereyê ya ku Dînê Îslamê yê eşkere ji holê radike û namûsa me bin pê dike, ji bo kêf û sefaya xwe, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî kur bi bav, Îslamê bi Îslamê dide qirkirin. Zilma Mistefa Kemal û (...) gihişt asmanan. Ji her alî ve mucahîdên me yên qehreman bi serkeftin bi pêş ve diçin. Leşkerê bi namûs ê ku di dilê wî de îman heye, ref bi ref teslîmî mucahîdên me dibe. Tivingên xwe dizivirînin hikûmeta ku dijminê dîn û namûsê ye. Armanca me ew e ku em wê tevlîheviya ev 5 sal in didome bigihînin encameke bi feyde û bi alîkariya Xwedê li memleket aramî û refahê temîn bikin, mal, can, dîn û namûsa gel bidin parastin. Metirsin û bidin teslîmkirin. Di rewşa baweriya bi qanûna şerîetê û guhdana emrê teşkilatê de her cure hiqûqa we dê were parastin.

Gelê giştî yê dînê Îslamê yê birûmet,

Ez beyannameya cemiyeta Xoybûnê dişînim. Em hemû birayên hev ên dîn in. Ez behsa pêxember didim we (...), kes dest nade we. Ji bo parastina mal, can, rûmet û namûsa we fermanên teqez hatine dayîn. Bi dilekî rihet li mala xwe rûnin. Înşalah dîn û namûsa we dê rizgar bibin. Her cure serlêdanên xwe ji midûriyetê re ragihînin."

Belgeya xwedî nirxekî bilind ê akademîk

Sedat Ulugana diyar kir ku belge ji ber wesfên xwe nameşandineke navxweyî ye û dema ku taybetiyên wê yên paleografîk, şêwaz û naverokê bi rapor û nameşandinên ku tê zanîn ên Îhsan Nûrî Paşa ne re tên berawirdkirin, bi awayekî xurt isbat dike ku metn rasterast ji pênûsa wî derketiye û wiha got:

"Têkildarî pêvajoya hilberîn û gera belgeyê, îhtimaleke mezin e ku ji bo paqijkirina metnê, mohrkirin û dayîna wesfa fermî û zêdekirin û amadekirina belavkirinê ji Mela Sunulah re hatibe şandin ku erkê sekreteriya Meclisa Agiriyê bi rê ve dibir. Bi heman awayî, bidestxistina belgeyê ya di dema operasyonên leşkerî yên pêvajoya tepisandina berxwedana Agiriyê de jî bi çarçoveya dîrokî re li hev dike."

Ulugana lê zêde kir ku metn xwedî taybetmendiya beyannameyeke tîpîk a propagandayê ye û tê fêhmkirin ku armanca wê ya sereke hêzên leşkerî yên aliyê dijber e, bi taybetî jî teşwîqkirina teslîmbûnê, xerakirina moral û çêkirina şikestina derûnî ye û wiha domand:

"Ji vî alî ve divê belge wekî amûreke şerê derûnî were xwendin ku di nav şert û mercên şer ên wê demê de bi zanebûn hatiye hûnandin.

Çarçoveya dîrokî ya belgeyê jî vê yekê piştrast dike. Lewra dema Tîrmeha 1930î li herêma Zîlanê komkujiyeke hovane didomiya, herêma Çiyayê Agiriyê jî hevdem di bin dorpêçeke leşkerî ya dijwar de bû.

Di bin van şertan de, karkirina metnekê wekî metneke propagandayê ya ji bo çêkirina bandora leşkerî û derûnî, rasterast bi stratejiyên siyasî û leşkerî yên heyeta Berxwedana Agiriyê ya wê demê ve girêdayî ye.

Bi kurt û Kurmancî, em dikarin vê belgeyê wekî çavkaniyeke yekemîn a xwedî nirxekî bilind ê akademîk binirxînin ku di warê dîroka Kurdan de rasterast qadên wekî hişmendiya siyasî ya rêxistinkirî, pratîkên şer û propagandayê, berdewamiya berxwedanên Zîlan-Agiriyê, bibe kirdeya pêşengên Kurd û pratîkên berxwedanê û xebatên arşîva Kurdan a alternatîv xwedî dike."

Belge isbat dike ku Serhildana Agiriyê ne tenê berxwedaneke eşîrî bû

Koleksiyonerê ku nexwest navê xwe eşkere bike û ev beyannameya Îhsan Nûrî Paşa li Enqereyê ji sehafekî bi pereyan kirî, derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û got ku di destê wî de belgeyên din jî hene.

Koleksiyoner diyar kir ku di nav van de kopyayeke destxet a berhemeke Ehmedê Xanî ya kevn jî heye û wiha got:

“Belge du daneyên şênber pêşkêş dike ku isbat dikin Serhildana Agiriyê ne tenê berxwedaneke eşîrî bû.

Îfadeya 'tevlîheviya ku pênc sal in didome' ya di metnê de, rasterast amajeyek ji bo li Serhildana Şêx Seîd a 1925an.

Îhsan Nûrî Paşa têkoşîna li Agiriyê wekî berdewamiya rewa ya pêvajoya ku 1925an dest pê kiriye pênase dike.

Mohra 'Muduriyeta Nahiyeya Axorik' (Midûriyeta Nahiyeya Axorikê) ya ku li binê belgeyê bi dest hatiye xêzkirin û kopyakirin, keşfa herî mezin a serhildanê ye.

Axorik (îro gundê Yenîdoganê yê Bazîdê), di dilê serhildanê de xaleke stratejîk e.

Ev mohr yek ji wan delîlan e ku bi awayekî fizîkî belge dike ku Xoybûnê li herêmên ku bi dest xistine ne tenê leşkerî, avahiyeke îdarî ya sivîl (midûriyetên nahiyeyan) jî ava kiriye.

Tiştê ku vê wesîqeyê bêhempa dike ew e ku du hêzên dijber li ser heman kaxizê digihin hev. Li rûyê pêş (serhildan): 11ê Tîrmehê li baregeha çiyê bangeke şoreşgerî û îdiayeke 'bûna dewlet' cih digire, li rûyê paş jî qeydeke dewletê heye ku 2yê Tebaxê hatiye bidestxistin û bi sernavê 'Ji Wîlayeta Bayazîtê re' wekî 'Telgraf' hatiye raporkirin.

Tewr xêzkirin û kopyakirina karmendê Tirk a mohrên di danezanê de (mora bi fîgura Roj û Çiyê) li ser kaxizê, nîşan dide bê ma Komara Tirkiyeyê ev tevger wekî 'gefeke îdarî' ya çi qasî cidî dîtiye û her hûrgiliya wê arşîv kiriye."