CIZÎR - 7 wesayîtan li bin guhê hev xist, 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê qezayeke zincîrî çêbû.
Di qezaya ku 7 wesayît tevlî bûn de 7 kes birîndar bûn.
Vînç, kamyonet, 2 wesayîtên ticarî yên sivik û 3 otomobîlên ku nasnameyên ajokarên wan û plakayên wan diyar nebûne li hev xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, tîmên agirvemirandinê û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Di qezayê de 7 kesên ku di nav wesayîtan de bûn birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelîogluyê ya Cizîrê.