Hamburg (Rûdaw) - Malbata Sehdînê Egîd li bajarê Hamburg a Almanyayê dijî. Hevjîn Sehdînê Egîd û Emîne xwediyê çar zarokan e; Serhat(22), Derya û Duygu, herdu cêwî ne û 22 salî ne û Egîd (11). Derya û Serhat havîna borî bi şandeyeke Komciwanê re serdana Herêma Kurdistanê kirin.
Malbata Sehdînê Egîd (Etdoger) ji bakurê Kurdistana wek penaber hatine Almanyayê. Ew ji gundê Qerşêxê yê li ser Paloyê ye û Emîne Etdogar jî gundê Caro yê heman navçeyê ye. Herdûyan jî dibistana seretayî xwendine.
Sehdîn di sala 1990ê de wekî penaber hatiye Almanyayê. Serhat û dayika xwe di sala 1997ê de hatine Almanyayê. Di heman salê de Derya û Duygu xwe gihandine wan. Egîd di sala 2002ê de li Hamburgê hatiye dinyayê. Hemû zarokên malbatê bi awayekî serkeftî dibistana xwe qedandine û Egîd jî niha bi awayekî serkeftî xwendina xwe ya dibistanê berdewam dike.
Serhat niha li bajarê Aachenê bijîjkî û kargeriya navnetewî û Derya jî li Marburgê bijîşkiyê dixwîne. Duygu li Hamburgê di warê tendirustî de perwerdeya karbendî pêk tîne û dixwaze dûre bijîşkiyê bixwîne. Zarok li malê bi dêbavên xwe re bi dimilî diaxivin lê ew hem dimilî û hem jî almanî bi hevre danûstandinê dikin.
Hemû zarokên malbatê endamên komela Komkarê ya Hambûrgê ne û di nava rêxistina ciwanan ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Komciwanê de çalak in. Bavê wan jî ji berê ve endamê Komkarê ye. Wan ji zaroktî ve di bin banê heman komelê de di nava komên folklor, mûzîk û şanoyê de cih girtiye. Derya niha di nava Komciwanê de karê çandî û Serhat jî yê ragihandinê dike. Dêbavan giringiyeke mezin daye pirrzimanî û pirrçandiya li Almanyayê. Vê yekê bandor li zarokên wan jî kiriye.
Serhat û Derya havîna borî bi şandeyeke Komciwanê re serdana başûrê Kurdistanê kirin. Wan di serdana xwe de gellek sazî û partî ziyaret kirin. Derya vê serdana xwe wiha bilêv dike: “Me cara yekemîn di nava axa azad ya Kurdistanê de gerek pêk anî. Ev yek ji bo me kêfxweşiyeke bêhempa bû. Me dixwast ezmûna Kurdistanê bi çavên xwe bibînin, bi dezgehên hûnerî, çandî, civakî û sîyasî re û bi taybetî jî bi dezgehên ciwanan re pêwendiyan pêk bînin.
Me bajarên wekî Duhok, Hewlêr, Barzan, Amêdiyê û Laleş zîyaret kirin. Dema em li Kurdistanê bûn, xebatên hilbijartinê hebûn. Me çavderiya çalakiyên hilbijartinê kirin. Ji bo me dîtina Kurdistana azad bextewariyeke mezin bû.“ Derbarê bandora herî mezin ya li wan jî bûye, Derya wiha dibêje: “Bi taybetî serîlêdana baregaha penaberan ya Domîz bandoreke mezin li ser me pêk anî.“
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse