Hewlêr (Rûdaw) – Necmedîn Kerîm ragihand ku nabe ti partiyek berbijêrê xwe ji bo postê Parêzgariya Kerkûkê bisepîne. Herwiha diyar dike ku parêzgar bêalî be baştir e.
Necmedîn Kerîm ku heta niha xwe weke parêzgarê rewa yê Kerkûkê bi nav dike, beşdarî bernameya "Rûdawa Îro" bû û behsa çend mijarên li ser Kerkûkê kir, bi taybetî piştî qonaxa pêkanîna hikûmeta Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Kerîm diyar kir ku nabe pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mijara Kerkûkê têkilî hev were kirin û got: “Têkelkirina mijara beşdariya di hikûmetê de û mijara Bexda û Kerkûkê, tê wê wateyê ku tu di sererastkirina rewşa Kerkûkê de ne cidî yî, ji ber ku ev mijarên cuda ne.”
Li ser diyarkirina parêzgarekî nû ji bo Kerkûkê, Necmedîn Kerîm dibêje: “Divê Encûmena Parêzgehê li ser parêzgarek li hev bikin, ji her netewe û partiyek be, xuya ye eger bêalî be dê ji hemûyan baştir be. Divê bi vî rengî be. Eger tu werî û ferz bikî ku divê ji partiya min be û divê filan û filan be ku ji hemû aliyan ve hatiye redkirin, ji bilî beşeke kêm ji nav YNKê, ev bi ser nakeve.”
Necmedîn Kerîm amaje bi wê yekê jî kir ku niha ti peywendiyeke wî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re nemaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse