Hevjîna Pêşrew Dizeyî behsa êrişa Îranê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Pêşrew Dizeyî Hana Cotyar diyar kir ku şeva ku Îranê êrişî mala wan kirî tenê yek mêvanê wan hebû û ew jî karsazê Îraqî Kerem Mixayil bû.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li nexweşxaneyê çû serdana hevjîna karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî Hana Cotyarê.

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kiribû di vê êrişê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest dabû.

Hana Cotyarê ji Qasim Erecî behsa wê şevê kir.

Hana Cotyarê diyar kir ku hevalê Pêşrew Dizeyî, karsazê navdar ê Îraqî Kerem Mîxayîl, wê şevê mêvanê malê bû.

Hana Cotyar da zanîn ku hevjînê wê, kurê wê yê mezin Roj û mêvanên wan di dema êrişê de li salonê bûn û zarok jî di odeyên xwe de bûn û got:

“Du zarokên min hene, yek keç û yek kur e. Ew li oda xwe bi dadika xwe re bûn. Em pênc kes li qata jor bûn.

Min ji karmenda me Arlyê re got ku here cem mêvanan û xizmeta wan bike. Wê gavê min dît ku banê malê hilweşiyaye.

Paşê min dengê Quranê bihîst. Min got,  Xwedê, alîkariya me bike. Ez ji ser hişê xwe çûm û paşê min bihîst ku kesek di tariyê de gazî dike, Kî li wir e, ez doktor im’.

Wan ji min re got, 'Alîkariya me bike û lingê xwe deyne', piştre min xwe di ambûlansê de dît.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.