HSD: Komên girêdayî Şamê ava Girtîgeha Eqtenê qut kir
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên girêdayî Şamê piştî dorpêçkirinê, ava Girtîgeha Eqtenê ya li Reqayê qut kiriye ku girtiyên DAIŞê tê de ne.
HSDyê di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku ev yek metirsiyeke cidî li ser jiyana girtiyan çêdike û berpirsyarî xiste stûyê Şamê.
“Dorpêç û topbaran”
HSDyê diyar kir ku komên girêdayî Şamê pêşî Girtîgeha Eqtenê ya li bakurê Reqayê dorpêç kirine û avahî û dezgehên wê topbaran kirine û wiha pê de çû:
"Komên girêdayî Şamê ava girtîgeha ku girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞê tê de ne qut kir.
Ev yek bûye sedema kêmbûna zêde ya avê, her wiha kêmbûna xwarin û pêdiviyên bijîşkî jî heye."
“Metirsiya li ser jiyana girtiyan”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar li dijî pîvanên mirovî ne û HSDyê wiha got:
"Ev kiryar binpêkirina eşkere ya pîvanên mirovî ne û metirsiyeke cidî li ser jiyana girtiyan çêdikin.
Em ji bo her encama mirovî an ewlehiyê ya ku ji ber vê pêngavê derkeve holê, Şamê bi temamî berpirsyar dibînin."
Navenda Ragihandinê ya HSDyê di dawiyê de bangî rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku pêdiviyên sereke yên girtîgehê bên dabînkirin.
2 hezar DAIŞî tê de ne
Çavkaniyekî ji parêzgeha Reqayê ji Rûdawê re ragihand ku Girtîgeha Eqtenê ya li parêzgehê ji aliyê komên çekdar ve hatiye dorpêçkirin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berxwedaneke dijwar dikin.
Wî çavkaniyî ji Rûdawê re got, “2 hezar çekdarên DAIŞê di wê girtîgehê de ne.”
Çavkaniyê navborî îro ji Rûdawê re diyar kir, “Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Ereban a Sûriyeyê Girtîgeha Eqtenê ya li Reqayê dorpêç kirine.”