PSK: Li dijî Enfalên nû bêdeng nemînin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrişên birêvebiriya Şamê ya bi serkêşiya Ehmed Şer (Colanî) li dijî Rojavayê Kurdistanê taybetmendiyeke komkujiyê wergirtiye û hişyarî da, "Li hemberî Enfalên nû yên li dijî hebûna Kurdan bêdeng nemînin."

PSK di daxuyaniya xwe ya ji bo raya giştî de bal kişand ser "banga cîhadê" ya li dijî Kurdan û bangî hêzên navneteweyî û partiyên Kurdistanî kir ku bikevin tevgerê.

“Bi referansa Sureya Enfalê cîhad ragihandine”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta demkî ya li Şamê piştî biserneketina civîna dawî ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re biryareke metirsîdar daye û wiha hat gotin:

"Wezareta Karên Diyanet û Weqfan a hikûmeta demkî ya di bin birêvebiriya Ehmed Şer (Colanî) de, piştî ku civîna dawî ya bi HSDyê re bi ser neket, giştînameyek weşand û bi referansa Sureya Enfalê ya di Qurana Pîroz de cîhad li dijî Kurdên Rojavayê ragihand."

PSKyê bi bîr xist ku Kurd ji dîrokê ve êşên mezin ji ber bangên cîhadê kişandine û wiha pê de çû:

"Kurd ji cîhadên ku di serdema Osmaniyan de li dijî Kurdên Elewî hatibûn ragihandin bigire; heta banga cîhadê ya lîderê dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Xumeynî û operasyonên Enfalê yên rejîma Beasê ya nijadperest, bi ezmûnên tal baş dizanin bê cîhad çi bi serê wan aniye."

“Senteza Sedam û Xumeynî”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de Serokê Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) wekî "senteza Sedam û Xumeynî" bi nav kir û got:

"Lîderê HTŞyê yê cîhadîst Colanî ku senteza Sedam û Xumeynî ye û komên hevkarên wî; ji bêdengiya dewletên Rojavayî û di serî de jî Amerîkayê sûdê werdigirin û di şopa Xumeynî û Sedam de diçin.

Îro hebûn û destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê, di ti serdema dîrokê de nebûye, di bin gefeke giran de ye."

Banga li Parlamentoya Kurdistanê û partiyan

PSKyê diyar kir ku xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê erka sereke ya hemû Kurdan e û ev bang kir:

"Em wekî PSK; di serî de Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bangî hemû partiyên siyasî yên welatparêz, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û entelektuelan dikin ku dest bidin hev û li birayên me yên Rojava yên ku hebûna wan di bin gefê de ye xwedî derkevin."

“Divê Amerîka û Fransa deynê xwe bidin”

Di beşeke din a daxuyaniyê de bang li welatên rojavayî hat kirin ku piştgiriya xwe ya ji bo Colanî bibirin:

"Divê welatên Rojavayî, di serî de Amerîka û Fransa, deynê xwe yê exlaqî û mirovî yê li hemberî Kurdan bidin ku li ser navê mirovahiyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de bi hezaran zarokên xwe dane; divê demildest desteka ku didin Colanî vekişînin."

Peyama ji bo Tirkiyeyê

PSK di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hikûmeta Tirkiyeyê jî kir û wiha got:

"Hikûmeta Tirkiyeyê, eger bi rastî gelê Tirk difikire, divê êdî bibîne ku siyaseta 'Bila Kurd dayika xwe nebîne' kaosê li herêmê kûrtir dike; divê dev ji siyaseta dijberiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê berde."