Li Dêrsimê êrişên li Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê êrişên li Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.
Li Kolana Hunerê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo şermezarkirina êrişên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Daxuyanî ji aliyê Ozcan Ateş ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Birêvebiriya demokratîk, wekhevxwaz û xweser a ku li Rojava bi pêşengiya jinan û berxwedana gel hatiye avakirin, tê hedefgirtin" û hat destnîşankirin ku ev êriş ji bo paşeroja Sûriyeyê gefeke cidî ye.
Her wiha hat tekez kirin ku di rojên dawî de êrişan rasterast sivîl kirine armanc û mafê jiyanê yê gelek kesan û di serî de jin û zarok hatiye binpêkirin.
“Dê bibe qutbûneke dîrokî”
Platformê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola hikûmeta Şamê û wiha got:
“Ev êrişên ku hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê dimeşînin, ne tenê polîtîkayeke tundiyê ya li dijî gelê Kurd e; di heman demê de êrişek e li dijî lêgerînên çareseriya demokratîk a ku li Sûriyeyê li ser bingeha wekheviya gelan û bihevrejiyanê tê avakirin.
Ev êrişên ku Kurdan dikin armanc, ne tenê îro, hewl didin zemînên lihevkirina siyasî ya muhtemel a têkildarî paşeroja Sûriyeyê jî ji holê rakin.
Ji ber vê yekê, rûdanên heyî ji bo rêveberiya Şamê dê di têkiliyên bi Kurdan re de bibin xwedî taybetmendiya qutbûneke dîrokî.”
Hevdîtinên Parîsê û helwesta Tirkiyeyê
Di daxuyaniyê de behsa hevdîtinên navneteweyî jî hat kirin û wiha hat gotin:
“Hevdîtinên li Parîsê yên ku di bin navê paşeroj û yekparçeyiya axa Sûriyeyê de tên kirin û Fransa, Amerîka, Îsraîl, Tirkiye û Brîtanya rasterast an nerasterast tevlî dibin, ji êrişên li gelê Kurd ne serbixwe ne.
Dema ku îradeya bihevrejiyanê ya gelên Sûriyeyê li ser maseyê nayê temsîlkirin, cografyayên ku ew lê dijîn dibin mijara bazarê.”
Platformê her wiha rexne li helwesta Tirkiyeyê girt û got:
“Nayê qebûlkirin ku desthilat bi hinceta gefa terorê ya li ser Tirkiyeyê, îdia bike ku yekparçeyiya axa Sûriyeyê diparêze û mafên kêmîneyên li Sûriyeyê tune bihesibîne, piştgiriyê bide Hikûmeta Demkî ya Şamê û çeteyên cîhadîst.
Em tekez dikin ku divê demildest ji vê şaşiyê vegerin.”
“Êriş berhema komployekê ne”
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî di çalakiyê de axivî û got:
“Me her tim gotiye: Demokrasî yekane rê ye; dev ji jiyana demokratîk nayê berdan.
Rojava cografyayeke wiha ye ku bi dayîna berdêlên mezin îsbat kiriye ku hemû gel dikarin li Rojhilata Navîn bi hev re, wekhev û azad bijîn û ev yek nîşanî hemû cîhanê daye.
Lewma êrişên îro; berhema polîtîkayeke komployê ne ku bi destê HTŞ û DAIŞê tên meşandin û hêzên hegemonîk jî tê de cih digirin.”