PWK: Divê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê maseyên krîzê bên avakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê bangeke lezgîn kir û xwest ku serkirdeyên Kurd civîneke awarte li dar bixin û nexşerêyeke hevbeş diyar bikin.
Mustafa Ozçelîk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê.
“Banga civîna awarte”
Serokê Giştî yê PWKyê daxwaza civîneke lezgîn a serkirdeyên Kurd kir û got:
"Ji bo lêxwedîderketina Rojavayê Kurdistanê, divê demildest bi serokatiya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Heyeta Temsîlî ya Konferansa Qamişloyê, Rêzdar Mazlûm Ebdî û Rêzdar Bafil Talebanî civîneke awarte bê lidarxistin û bi hev re nexşerêyeke nû ya hevbeş tesbît bikin."
“Maseyên krîzê û hevahengî”
Ozçelîk ji bo rêlibergirtina provokasyonan pêşniyara avakirina maseyên krîzê kir û wiha pê de çû:
"Ji bo ku rê li ber provokasyonan bê girtin, divê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê maseyên krîzê yên hevbeş bêne avakirin.
Di navbera her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê de divê demildest koordînasyonek bê avakirin û helwesteke yekgirtî ya neteweyî û niştimanî bê tesbîtkirin."
“Divê agirbest bê ragihandin”
Mustafa Ozçelîk bal kişand ser êrişên komên çekdar ên ser bi Şamê ve û got:
"Divê wekî gava yekem, bi hemû îmkan û peywendiyên navdewletî, ev êrîşên çeteyên çekdar ên Birêvebiriya Şamê bêne rawestandin û di çavdêriya hêzên navdewletî de agirbest bê ragihandin."
Banga li dîasporayê
Serokê Giştî yê PWKyê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Kurdên dîasporayê kir ku çalakiyan li dar bixin û got:
"Divê hemû partî, dezgehên sivîl û organîzasyonên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li dîasporayê, li her welatî komîteyên hevbeş ava bikin.
Divê bi rayedarên wan dewletan, partiyên siyasî û dezgehên sivîl re pêwendiyan deynin da ku êriş bêne rawestandin.
Lêxwedîderketina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û îrade û biryarên Konferansa Qamişloyê, wazîfeyeke sereke ya neteweyî û niştimanî ya hemû Kurdên cîhanê ye."