'Eger girtiyên DAIŞî yên li Girtîgeha Eqtanên bên berdan dê li serê cîhanê bibin bela'
Hewlêr (Rûdaw) - Sê roj in hejmarek şervan di Girtîgeha Eqtenê ya Reqayê de ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin.
Di girtîgehê de nêzîkî 2 hezar endamên berê yên DAIŞê hene.
Nêzîkî 100 şervanên HSDyê li wir in û heta niha rê nedane hêzên Sûriyeyê girtîgehê kontrol bikin.
Girtîgeh nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî bakurê bajarê Reqayê ye.
Piştî kontrolkirina Reqayê ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve, şervan di nav girtîgehê de man û hatin dorpêçkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê karî bi kesekî li nav girtîgehê re biaxive.
Rojnameger Gulê Hoşeg ku bi hêzên HSDyê re di girtîgehê de ye, di bultena saet 15:00an de ji Pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê re axivî.
“Bi tank û topan êriş dikin”
Gulê Hoşengê got ku îro roja sêyem e ku bi berdewamî êrişî girtîgehê tê kirin.
Wê amaje pê kir ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê çekên giran ên wekî top û tankan di êrişan de bi kar tîne.
Wê her wiha got ku bi dronan çavdêriya girtîgehê dikin û bi dronên bombekirî jî êrişî girtîgehê kirine.
Rojnameger dibêje, niha nêzîkî 2 hezar endamên berê yên DAIŞê di girtîgehê de girtî ne.
Ew endamên DAIŞê 2017an di dema operasyona HSDyê ya bi piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo rizgarkirina Reqayê hatibûn girtin.
Gulê Hoşengê got, "Yên di vê girtîgehê de ne kesên herî metirsîdar in, serkirde û emîrên DAIŞê di nav wan de ne."
Hewldana firarê
Bi dorpêçkirin û êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê re, girtiyan hewl daye birevin û li hundir tevlihevî derketiye.
Gulê Hoşengê wiha anî zimên, "Heta deriyê girtîgehê hat şikandin lê şervanan karî kontrol bikin."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hevpeymaniya Navneteweyî tohmetbar dike ku sozên xwe yên parastina girtîgehan û veguhastina wan a ber bi cihên ewle bi cih neanîne.
Doh HSDyê di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li ser vê mijarê anîbû zimên.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî HSDyê bi wê yekê tohmetbar dike ku girtiyên DAIŞê azad dike û wekî kerta zexta siyasî bi kar tîne, lê HSD vê yekê red dike û dibêje, Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi qestî girtîgehan dike armanc.
“Av û xwarin hatine birîn”
Gulê ji nav Girtîgeha Eqtenê diyar kir, piştî kontrolkirina bajarê Reqayê ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve "Çekdar hatin û êrişî me kir, xwestin van çekdarên DAIŞê azad bikin lê şervanan bersiva êrişa wan da û parast."
Hêzên Sûriyeyê av, elektrîk û gihandina xwarinê ya ji bo girtîgehê qut kiriye.
Gulê Hoşengê diyar kir ku rewşa nava girtîgehê xirab e û ew xwarina ku heye, ew e ku berê di girtîgehê de hatibû depokirin.
Bi kontrolkirina Reqayê re, hejmarek sivîlan jî ji bo xwe ji çekdarên Sûriyeyê biparêzin, xwe li girtîgehê girtiye.
Wê rojnamegerê got, "Xelkê gundên derdora girtîgehê hatine vê derê.
Piraniya wan Ereb in û Kurd jî di nav wan de hene, heta niha li cem me mane."
Hoşengê li ser wê yekê ku gelo dan û standin bi hikûmeta Sûriyeyê û Hevpeymaniya Navneteweyî re heye an na, got ku tiştek ne diyar e.
“Bijîşk û derman nînin”
Di bersivdayîna êrişên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de, Gulê Hoşengê ragihand ku heta niha 3 şervanan canê xwe ji dest daye û 8 şervan jî birîndar in.
Wê diyar kir ku di nav birîndaran de 2 şervanên jin hene.
Gulê behsa rewşa birîndaran kir û got, "Li vir bijîşk nînin, derman nînin.
Birîndar bê tedawî mane. Birînên wan giran in û hinek ji wan lingên xwe ji dest dane."
Bangî Amerîkayê kir
Rojanmeger Gulê Hoşenga ku li Girtîgeha Eqtenê dorpêçkirî ye bangî Amerîkayê kir û got:
"Banga me ji bo Amerîka û welatên Hevpeymaniya Navneteweyî ew e ku berpirsyariya parastina van girtîgehan bigirin stûyê xwe.
Divê hûn li ser vê mijarê bisekinin û ev berpirsyariya we ye.
Eger hûn vê berpirsyariya xwe bi cih neynin, kesên ku li vir in endamên herî metirsîdar ên DAIŞê ne, emîrên DAIŞê di nav wan de ne û kesên tundrew in.
Eger ev azad bibin û rewş ji kontrolê derkeve, kes nikare wan bigire û dibin metirsî, ne tenê li ser Sûriye û Rojhilata Navîn, belkî li ser tevahiya cîhanê."
Ew rojnamegera Kurd di peyamekê de li ser Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got:
"Eger wî çira kesk vênexistibe, ev komên çekdar çawa dikarin bi vî rengî êriş bikin?
Ew dizanin ku ev çeteyên DAIŞê li vir girtî ne û gelekî metirsîdar in. Teror wekî gefa herî mezin a li ser cîhanê tê nîşandan.
Eger destwerdana bilez û bi hêz neyê kirin, metirsî dê berdewam be û kes wekî HSDyê nikare vê rewşê kontrol bike."
Dema Gulê bi Rûdawê re diaxivî, di bersiva pirsa "Hûn dikarin heta çend rojan li ber xwe bidin?" de tenê got:
"Ez nikarim bibêjim ka em ê çend rojan di vê rewşa dorpêçkirî de bimînin lê em dê heta kêliya dawî berxwedanê bikin."
Di nava pêwendiyê de, Gulê ji nişka ve got, "Biborin rewşeke metirsîdar li cem me çêbû, divê ez telefonê bigirim."