Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi beşdariya bi hezaran kesan li dijî êrişên berfireh ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê mîtîngeke piştevaniyê hat lidarxistin.
Girseya ku li pêşiya Keleha Hewlêrê ya dîrokî civiya, dirûşmên piştevaniyê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û gelê Rojavayê Kurdistanê berz kirin.
Bi hezaran kesên ku qada li pêşiya Keleha Hewlêrê tije kiribû bal kişand ser yekîtiya Kurdan.
“Kurd yek in”
Xwenîşanderan bi yek dengî dirûşma "Kurd yek in" berz kir û tekez kir ku êrişên li Rojavayê Kurdistanê li dijî îradeya hemû gelê Kurd in.
Girseyê bi pankartên di destên xwe de daxwaz kir ku êriş demildest werin rawestandin.
Xwenîşanderan xwest ku civaka navneteweyî û hêzên cîhanî li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.
Her wiha bangî Neteweyên Yekbûyî û dewletên pêwendîdar hat kirin ku ji bo rawestandina şerê li Rojavayê Kurdistanê û parastina xelkê sivîl bi lez bikevin tevgerê.
Foto: Bilind Tahir / Rûdaw