Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê şerê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê peyamek belav kir û bangî civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya ji bo rêgirtina li serhildana DAIŞê pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew amade ne ji bo rawestandina şer û gihiştina bi agirbestê, her cûre alîkariyê pêşkêş bikin.

“Metirsiya serhildana DAIŞê heye”

Serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dilgiraniya xwe ya li hemberî şerê di navbera Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anî zimên û got:

"Em li Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyeke mezin li berdewamiya pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera hêzên Artêşa Sûriyeyê û HSDyê de dinêrin.

Berdewamiya şer û pevçûnan gefeke cidî li ser aramî û ewlehiya Sûriye û herêmê bi giştî dirust dike û metirsiya serhildana DAIŞê tîne rojevê."

“Şer pirsgirêkan çareser nake”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew ji destpêkê ve bi aliyên pêwendîdar re di têkiliyê de ne û wiha pê de çû:

"Her ji destpêka derketina aloziyan ve em bi berdewamî li gel aliyên herêmî û navneteweyî di pêwendiyê de ne ji bo rawestandina şer û pevçûnan û girtinebera rêya guftûgo û têgihiştinê ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan.

Em dupat dikin ku şer û rûbirûbûna leşkerî, ti pirsgirêkan çareser nake û rewşê aloztir dike."

“Divê mafên Kurdan di destûrê de bên misogerkirin”

Serokê Herêma Kurdistanê bangî Hevpeymaniya Navneteweyî kir û tekezî li ser mafên Kurdan kir:

"Em daxwazê ji Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku erka xwe ya di parastina aramiyê û rêgirtina li serhildana DAIŞê de bi cih bîne.

Her wiha em dupat dikin ku em amade ne hemû hevkarî û alîkariyan pêşkêş bikin bi mebesta rawestandina şer û gihiştina bi agirbest û rêkeftinê.

Em tekez dikin ku pêwîst e mafên Kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê parastî bin û di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bên misogerkirin."