Di navbera HSD û Şamê de agirbesteke 4 rojî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku şerê di navbera Artêşa Ereban Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li hemû eniyan ji bo 4 rojan hatiye rawestandin.

Wezaretê diyar kir ku agirbest dê îşev ji saet 20:00î ve dest pê bike.

"Agirbest 4 rojan didome"

Di daxuyaniya fermî ya Wezareta Parastinê de hat gotin:

"Em radigihînin ku gulebarana li hemû sektorên operasyonên Artêşa Ereban a Sûriyeyê dê were rawestandin.

Ev yek dê îro Sêşemê, 20ê Kanûna Paşîn a 2026an saet 20:00î dest pê bike."

Pabendbûna bi têgihiştinê re

Wezaretê sedema vê biryarê vegerand ser lihevkirinên dawî û wiha pê de çû:

"Ev biryar dê ji roja ragihandinê ve 4 rojan berdewam bike.

Ev yek wekî pabendbûna bi wan têgihiştinan e ku ji aliyê Dewleta Sûriyeyê ve bi HSDyê re hatine ragihandin û ji bo serxistina hewlên niştimanî ye."

Wezareta Parastinê di dawiyê de tekez kir ku ew dê wekî mertalê gelê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê bimînin û ji bo parastina ewlehî û aramiya civakê hewlên xwe kêm nekin.