Asayîş: 3 endamên me şehîd ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Kantona Firatê ragihand ku di encama êrişa droneke Tirkiyeyê ya li nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê de 3 endamên wan şehîd ketine.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zêdebûna êrişên li herêmê û hikûmeta demkî ya Şamê tohmetbar kir.

“3 şehîd û birîndarek”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2026an pêk hatiye û hat gotin:

"Xaleke kontrolê ya ewlehiyê ya hêzên me li herêma Sirîn a Kobaniyê, bi êrîşa droneke Tirkiyeyê re rû bi rû ma.

Di encamê de 3 endamên me şehîd ketin û yek jî birîndar bû."

“Armanc têkbirina aramiyê ye”

Fermandariya Asayîşê diyar kir ku bajarên Hisîça û Kobaniyê rûbirûyî êrişên çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê û komên wê yên Îslamî bûne û wiha pê de çû:

"Ev êrîş, ku ewlehî û aramiya hem sivîlan û hem jî personelên leşkerî hedef digirin, beşek ji planeke sîstematîk in ji bo têkbirina aramiyê û afirandina kaosê li herêmê."