Li Qamişloyê dengên teqînên mezin hat bihîstin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, îşev dengê du teqînên li pey hev û xurt hatin bihîstin.

Teqînan di nava xelkê de tirs û xofeke mezin çêkir.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ku Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, dengê teqînan ji aliyê rojhilatê bajêr ve hatiye.

Şahidên bûyerê dane zanîn ku ew bawer dikin dengê teqînan ji ber êrişeke bi dronên xwekuj pêk hatiye.

Li aliyê rojhilatê Qamişloyê, ji bilî taxên sivîlan, çend baregehên leşkerî û navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) jî hene.

Heta niha derbarê sedema teqînan û egera zererên canî û madî de, ji aliyê Rêveberiya Xweser an jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ti daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.

Tîmên tenduristî û hêzên ewlehiyê li herêmê di amadebaşiyê de ne.

Tê payîn ku di demeke nêzîk de derbarê hûrgiliyên bûyerê de daxuyaniyeke fermî were dayîn.