MSD: Li Kobaniyê metirsiya komkujiyê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku li Kobaniyê metirsiya komkujiyê heye.

MDyê di daxuyaniyekê de li ser "bipêşketineke metirsîdar" a li herêmên Rêvebiriya Xweser hişyarî da.

MSDyê ragihand ku komên çekdar ên tundrew ên ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve, gefeke rasterast li ser bajarê Kobaniyê çêdikin.

Di daxuyaniyê de MSDyê amaje pê kir ku êriş gelê Kurd û wan hêzan hedef digirin ku "di refên pêş de li dijî DAIŞê şer kir û di têkbirina wê de xwedî rol bû."

MSDyê kiryarên wan komên çekdar şermezar kir û got:

"Îdamkirina şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) piştî dîlgirtina wan, her wiha berdana endamên rêxistina DAIŞê, ducare hilberandina terorê ye û gefeke rasterast e li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî."

MSDyê her wiha li ser îhtimala "encamdana komkujiyên nû, mîna yên li Helebê li dijî Elewî, Durzî û Kurdan pêk hatin" hişyarî da.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk her wiha teqez kir ku bajarê Kobaniyê, yê ku wekî "sembola berxwedana cîhanî ya li dijî DAIŞê û destpêka hilweşîna wê" tê naskirin, bi gefeke rasterast re rûbirû ye.

MSDyê di berdewamiyê jî de got, "Êrişa li ser Kobaniyê, êrişa li ser nirxên demokratîk û azadiyê ye.

Her wiha hewldana tolhildanê ye ji wan kesên ku teror têk bir."

Li gorî MSDyê, hevdemê Kobaniyê "herêma Cizîrê jî bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Suryan û Asûrî ve hatiye hedefgirtin.

Armanca van êrişan têkdana projeya bihevrejiyanê û rêlibergirtina avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad e."

Meclisa Sûriyeya Demokratîk daxwaza piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got:

"Piştgirîkirina HSDyê îro ne bijardeyeke siyasî ye lê berpirsyariyeke exlaqî û mirovî ye ji bo rêlibergirtina vegera terorê û parastina hemwelatiyên sivîl."

MSDyê her wiha hişyarî da ku "piştguhkirina van metirsiyan dê wiha bike ku teror careke din li deriyê cîhanê bide."

MSDyê ducare kir ku ew "pabendî zimanê diyalog û dan û standina bi hikûmeta demkî re ne." MSDyê kiryarên hov ên desthilata Şamê şermezar kir ku diyalog û çareseriya aştiyane red dikin.