Mistefa Xelîl: Li Kobaniyê av û xwarin nemane, karesat nêzîk e

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê aboriyê Mistefa Xelîl derbarê rewşa mirovî û aborî ya bajêr de hişyariyeke tund da.

Xelîl ragihand ku eger rewş wiha bidome, di nav 2-3 rojên din de bajêr dê rûbirûyî karesateke mezin bibe.

Mistefa Xelîl derbarê binesaziya aborî ya herêmê de ji re got, "Li Kobaniyê ti kêlgehekî gaz û petrolê nîne.

Aboriya wê tenê xwe dispêre çandinî û pîşesaziyê. Rûberê axa wê 90 kîlometre dirêj û 70-80 kîlometre fireh e.

Piraniya zeviyan ji bo çandina genim û ceh tên bikaranîn. Berhemên wê jî bi baranê ve girêdayî ne.

Heke baran baş bibe, berhema navxweyî têra bajêr dike û zêde jî dimîne."

Pisporê aboriyê amaje pê kir ku tevî ku Sûriyeyê bi giştî di nav xizaniyê de ye lê ji ber ku xelkê Kobaniyê "dixebitin", rêjeya xizaniyê li bajêr ji sedî 40 kêmtir e.

 Bihayê xaniyan li Kobaniyê

 Mistefa Xelîl li ser bazara xaniyan û bandora şer jî wiha got, "Berî êrişên artêşa Sûriyeyê, bazara zevî û xaniyan gelekî germ bû.

Bihayê her metregoşeyê di navbera 200 û 2000 dolarî de bû lê niha bazar sekiniye. Tam mîna wê rewşa ku piştî şerê DAIŞê çêbûbû.

Niha avahiya herî bilind a li bajêr 4 tebeqe ye. Her çi qas şaredariyê destûr dabû ku bibe 5 tebeqe jî lê ji ber şer bipêşketina avahîsaziyê paş de ketiye."

“Eger 2-3 rojan bidome karesat dê rû bide”

Mistefa Xelîl rewşa niha ya bajêr bi van gotinan pênase kir:

"Ev şer jiyana li Kobaniyê rawetandiye. Bajêr ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ti kes nikare jê derkeve.

Av û kareba hatine birîn. Xwarin û vexwarin li bazaran nemane. Tenê du supermarketên biçûk li bajêr hene.

Heke heta 2-3 rojên din rewş wiha bimîne, karesateke mirovî ya mezin dê rû bide."

Beşek ji xelkê Kobaniyê meaşwergir in ku meaşê karmendan nêzîkî 100 dolarê Amerîkî ye.

Mistefa Xelîl di dawiya axaftina xwe de behsa pirsgirêka pereyan kir û got: "Heta niha çapa nû ya lîreyê Sûriyeyê negihîştiye Kobaniyê.

Xelk hîn jî bi pereyên kevn dan û standinê dikin. Ti navendek ji bo guhertina pereyên kevn bi yên nû re nîne.

Ev jî ji bo karmendan ku navîniya meaşê wan derdora 100 dolarî ye, pirsgirêkeke din çêkiriye."