Murat Karayilan: Berdêla wê çi dibe bila bibe, em dê Rojava bi tenê nehêlin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêbir a KCKyê Murat Karayilan derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke berfireh da.

Karayilan diyar kir ku gelê Rojava bi berxwedana xwe gelek tişt hînî wan kirine û got,“Berdêla wê çi dibe bila bibe, em dê we bi tenê nehelêlin.”

Murat Karayilan peyameke vîdeoyî belav kir û diyar kir ku Kurdistan di serdemeke dîrokî re derbas dibe.

Karayilan bal kişand ser pêşhatên dawî yên vî şerî û teqez kir ku êrişên ji Helebê heta Hisîçayê tenê ne li ser parçeyekî ne lê li ser tevahiya Kurdistanê ne.

“Naxwazin gelê Kurd bibe xwedî statu”

Karayilan destnîşan kir ku di dîzaynkirina nû ya herêmê de naxwazin Kurd cih bigirin û wiha pê de çû:

“Naxwazin gelê Kurd bibe îrade û bibe xwedî statu. Sibe ne dûr e ku statûya Başûrê Kurdistanê jî bibe hedef.

Dixwazin statûya Başûr bi tenê bihêlin û paşê bikin hedef.”

Endamê Konseya Birêbir a KCKyê her wiha got ku ev êriş ji bo têkbirina wê pêvajoya li Bakurê Kurdistanê ye û divê wekî êrişeke li ser paşeroja gelê Kurd were dîtin.

Rexne li Tirkiyeyê û Koalîsyonê

Karayilan eşkere kir ku Dewleta Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de roleke çalak dilîze û got:

“Tu yê li Bakurê Kurdistanê bêjî ‘biratiya gelan’ lê li Rojavayê Kurdistanê hemû destkeftiyan bikî hedef. Kes bi vê naxape.”

Karayilan rexne li helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê jî bi (Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransayê) girtin.

Endamê Konseya Birêbir a KCKyê bi bîr anî ku Kurdan li hemberî DAIŞê mirovahî parast û got:

“Hûn çawa vê hevpeymaniyê di nav êrişeke wiha de dihêlin? Ev bêbextiyeke mezin e û wîjdanê mirovahiyê vê ji bîr nake.”

Rewşa girtîgeha Reqayê

Murat Karayilan behsa girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê kir û diyar kir ku şervanên HSDyê li wir di nav dorpêçê de ne.

Karayilan di berdewamiyê jî de got, “Zêdetirî 2 hezar çeteyên DAIŞê li wir in.

Komên HTŞ û DAIŞê dora wan girtine da ku wan berdin. Şervan daxwaza alîkariyê ji Koalîsyonê dikin lê du roj in bersiv nîne. Ev nîşan dide ku li ser gelê me komployek heye.”

Banga seferberiyê

Endamê Konseya Birêbir a KCKyê piştgiriya xwe ji bo biryara seferberiyê ya Rêvebiriya Xweser diyar kir û bang li hemû Kurdên li parçeyên din û diyasporayê kir ku rabin ser pêyan.

Karayilan her wiha di berdewamiyê jî de got,“Kurdên li Amerîka, Rûsya û Ewropayê divê nîşanî dinyayê bidin ku em neteweyek in û yek in.”

Karayilan di dawiya axaftina xwe de bang li şervanên HSDyê kir ku bi tecrûbeyên xwe yên şer û bi rêbazên tunelan li ber xwe bidin.

Murat Karayilan teqez kir ku heke gel û şervan bi hev re bin, serkeftin dê teqez a gelê Kurd be.