HSD: Êrişên li dordora Kobaniyê hatin têkbirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa dawî ya eniyên şer daxuyaniyek belav kir

HSDyê ragihand ku vê sibehê li dordora bajarê Kobaniyê êrişên komên çekdar ên Şamê hatine şikandin. 

Li gorî daxuyaniyê, îro di navbera saet 03:00 û 06:00an de hêzên Şamê li eniya Sirînê ya li başûrê Kobaniyê du êrişên li dû hev pêk anî.

HSDyê diyar kir ku şervanên HSD û YPJyê bi qehremanî bersiva van êrişan daye.

Di encama van pevçûnan de gelek otomobîlên leşkerî hatine rûxandin û leşkerên tê de hatine kuştin.

“Karwanê çekdaran hate pûçkirin”

HSDyê derbarê rewşa li eniyên din jî ev agahî dan û wiha got:

- Li eniya Ebû Soryê hêzên HSDyê lêdaneke rast li karwanekî komên çekdar xist û ew neçar kirin ku birevin.

- Li gundê Xan Mamidê yê li başûrê rojhilatê Kobaniyê jî hewldana pêşveçûna dijmin hate pûçkirin û ew neçarî vekişînê kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJyê) bi temamî amade ne ku li dijî her cure êrişan bisekinin.

HSDyê ragihand ku parastina gel û axa herêmê dê bi biryardarî bidome.

Hat eşkerekirin ku hûrgiliyên van pevçûnan dê di demeke nêzîk de ji bo raya giştî werin belavkirin.

Komên Şamê çekdar ava Girtîgeha El Eqtanê birî

HSDyê her wiha li ser rewşa Reqayê jî ragihand ku komên ser bi hikûmeta Şamê cava girtîgeha "El-Eqtan" a li bajarê Reqayê birî.

Li wê girtîgehê bi hezaran çekdarên rêxistina DAIŞê girtî ne.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, piştî dorpêçkirin û topbarankirina avahiyên girtîgehê, niha av li ser girtiyan hatiye qutkirin.

HSDyê eşkere kir ku ji ber vê yekê krîzeke giran a avê derketiye û di heman demê de kêmasiya xwarin û dermanan jî heye.

"Jiyana girtiyan di metirsiyê de ye"

HSDyê diyar kir ku ev kiryarên hêzên Şamê binpêkirina pîvanên mirovî ne û jiyana girtiyan dixe bin metirsiyê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Em birêvebiriya Şamê ji hemû encamên mirovî û ewlehiyê berpirsyar dibînin."

Fermandariya HSDyê daxwaz ji rêxistinên navneteweyî kir ku yekser midaxele bikin da ku pêdiviyên bingehîn ên girtîgehê werin dabînkirin.