Li Şedadê krîza girtîgehê: 120 çekdarên DAIŞê reviyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku di encama operasyoneke ewlehiyê ya hûr de li nav bajarê Şedadê û dordora wê, wan karî 81 çekdarên DAIŞê ducare bigirin.

Ev piştî wê yekê hat ku di bûyereke gumanbar de hejmareke zêde girtî ji wê girtîgehê reviyabûn.

 Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, nêzîkî 120 çekdarên DAIŞê ji Girtîgeha Şedadê ya li derdora Hisîçayê reviyabûn ku berê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) de bû.

Piştî vê bûyerê, çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi hevkariya yekîneyên erkên taybet ên Wezareta karên Navxwe çûn nav bajêr û ji bo girtina reviyan dest bi lêgerînê kirin.

Hikûmeta Şamê tekez kir ku hewlên wan ên ewlehiyê bi hevahengiya di navbera Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Navxwe û Dezgeha Îstixbaratê Giştî de didomin heta ku hemû reviyayî werin girtin û rêkarên yasayî li hemberî wan werin girtin.

HSD: Çekdarên hikûmetê derî ji girtiyên DAIŞê re vedikin

HSDyê doh ragihand ku ji ber êrişa komên çekdar ên Şamê ve wan kontrola girtîgeha Şedadê ji dest da. HSDyê vîdeoyek belav kir ku tê de xuya dibe çekdarên ser bi hikûmetê ve êrişî girtîgehê dikin û deriyan ji bo "bi hezaran DAIŞiyan" vedikin.

Li aliyê din, artêşa Sûriyeyê HSDyê tohmetbar kir ku bi zanebûn DAIŞî berdane da ku aramiya herêmê têk bibe.

Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî ji Rûdawê re got, "Tenê li girtîgeha Şedadê 1,500 çekdarên DAIŞê hatine berdan û niha em li dijî wan şer dikin."

HSD: Şam girtîgehên DAIŞê û kampan dike hedef

Girtîgeha Şedadê li bajarokê Şedadê yê li başûrê parêzgeha Hisîçayê ye. Li gorî amarên HSDyê, ev girtîgeh cihê girtina nêzîkî 1000 çekdarên DAIŞê bû.

Berê Navenda Ragihandinê ya HSDyê hişyarî dabû ku komên çekdar ên ser bi Şamê ve bi mebesta derxistina aloziyan girtîgehên DAIŞê û kampan dikin hedef.

HSDyê hişyarî da ku ev êriş di vê dema hestiyar de metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêmê çêdike û rê li ber alozî û terorê vedike.

Senator Graham: Reva wan çekdaran dê bibe sedema rûdana dojehê

Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyeke tund da Şamê ku eger êriş ranevestin dê bi cezayên "piştşikên" re rûbirû bibin.

Graham daxwaz ji Washingtonê kir ku "bi her rêya pêkan be" ji bo parastina girtîgehên DAIŞê yên li Sûriyeyê midaxeleyî rasterast bike, çimkî bi gotina wî, reva wan çekdaran karesat e û dê bibe sedema "rûdana dojehê" li hemû herêmê.

“Metirsî li ser Kampa Holê heye”

Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan a Birêvebiriya Xweser Şêxmûs Ehmed jî ji Rûdawê re got,"Ji ber êrişan metirsî li ser Kampa Holê ya li Hisîça û Kampa Roj a li Dêrika Hemko çêbûye."

Her du kamp malbatên çekdarên DAIŞê tê de ne û gotegot belav bûne ku hêzên Amerîkayê parastina kampan girtiye ser milê xwe.

Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan got, "Ti guherîn çênebûye, berê jî hundirê kampan ji aliyê asayîşa navxwe û derveyê wan jî ji aliyê HSDyê û hêzên Koalîsyonê ve dihate parastin, niha jî rewş her wiha ye."

Bi gotina Şêxmûs Ehmed, ew girtîgehên ku çekdarên DAIŞê tê de girtî ne ji aliyê HSDyê û hêzên Koalîsyonê ve tên parastin.