Selefî di şerê DAIŞê de pişta Pêşmerge digirin

20-02-2015
RÛDAW
Kerkûk-Selefî
Kerkûk-Selefî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên îslamî yên ku bi navê Selefî tên nasîn, dibêjin, ti têkiliya DAIŞê bi îslamê re tine ji ber wê jî di şerê DAIŞê de ew dê pişta Pêşmerge bigirin.

Komek kurdên îslamî-selefî yên Kerkûkê serdana eniya şer kirin û alîkarî gihandin Pêşmerge.

Ew dibêjin, ti têkiliya DAIŞê bi îslamê re tine ji ber wê jî ew li dijî DAIŞê ne û di şerê DAIŞê de pişta Pêşmerge digirin.

Selefiyên Kerkûkê dibêjin, eger lazim be em hazir in herin eniya şer û li dijî DAIŞê çek jî hildin…

Selefî du beş in; selefiyên radîkal-cîhadî û selefiyên lîberal. Selefiyên lîberal li Kurdistanê pir in lê yên radîkal-cîhadî zêdetir alîgirên DAIŞê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst