Îran: Em siyaseta Tirkiyê bo avakirina herêma ewle li Sûriyê red dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Îranê bo yekemên car bi awayekê zelal û aşkere dijatiya xwe li gel avakirina herêma ewle ji aliyê Tirkiyê ve di nav axa Sûriyê de ragihand..
Berdevkê Wezareta Derve Îranê Berhram Qasimî îro duşemî 20ê Sibatê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, ev helwesta nû ya welatê xwe aşkere kir.
Behram Qasimî di vê konfransa rojnamevanî de amaje bi rewşa Sûriyê û pêşhatên li wî welatî kir û ragihand, ku Îran li dijî ragihandina herêma ewle li nav axa Sûriyê ye.
Qasimî diyar kir, Tehran li dijî siyaseta Enqerê ya ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê ye û tekez kir, ku siyasetek wisa ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê diyar kir: Bêguman hizra Tirkiyê ya bo ragihandina herêma ewle li Sûriyê şaş e û arîşeyên zêdetir li Sûriyê çê dike. Ev yek li cem me nayê qebûlkirine û em red dikin.
Daxuyaniya Behram Qasimî di demekê de ye, ku Tirkiye çend sal e ku hewl dide, di beşeke axa Sûriyê de herêmeke ewle ava bike û ji bo wê yekê jî daxwaza çêkirina herêma dije-firîn dike.
Enqere herwiha bo wê yekê daxwaza alîkarî û piştgiriyê li Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berovajiyê rêveberiya Barack Obama, çend caran ragihandiye, ku ew dixwaze li Sûriyê herêman ewle damezrîne û ji bo wê çendê jî daxwaza amadekirina planekê ji Wezareta Berevaniya Amerîka bi hemahengî ligel Wezareta Derve ya wî welatî kiriye.
Di heyama wan çend rojên bihorî de, daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê û Îranê li dijî hev tundtir bûne, bi taybet piştî ku Serokoamrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di geşta xwe ya bo welatên Kendavê de, rexneyên tund li Îranê girtibû û ragihandibû, ku Îran bi siyasetên xwe yên li herêmê, ewlekariya welatên Kendavê dixe xeterê.
Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di sêyemîn roja Konfransa Ewlekariya Cîhanî ya Munchenê de, bi tundî rexne li Îranê girtibû û gotibû, ku Îran hewl dide Erebistana Siûdiyê û Behrêyênê bi rêbaz û siyasetên firqegerîtiyê lawaz bike.