Kanadayê şandina çekan bo Pêşmerge rawestand

Hewlêr (Rûdaw) – Zêdeyî sê meh dibe hikûmeta Kanadayê şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rawestandiye. Wezareta Berevaniyê ya Kanadayê jî ragihand ku ti planeke wan a diyarkirî nîne ka kengî dê dest bi şandina çek û teqemeniyan bo Pêşmerge bikin. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê jî dibêje: “Hikûmeta Iraqê rêgiriyê li şandina çekan dike.”


Hikûmeta Kanadayê destpêka 2016ê soz dabû bi rêya hêzên xwe yên taybet li Kurdistanê çekan bighîne Hêzên Pêşmerge. Wezareta Berevaniyê ya Kanadayê jî ragihandibû ku ti pîvaneke pêşwext an demek bo wergirtina wê tifaqa leşkerî nehatiye danîn. Lê her wê demê kompanyayên bazirganî yên Kanadayê diyar kiribûn ku çek di çarçoveya daxwazeke bilez de tên şandin.


Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kanadayê Daniel Le Bouthillier ji malpera Vays Newsê re got ku ti planeke wan a destpêkirina hevkariya bo Pêşmerge nîne. Daxwiyaniya berdevkê wezaretê di demekê de ye ku hefteya borî Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan li Brukselê bû daku ligel welatên endamê NATOyê behsa paşeroja Iraqê ya piştî DAIŞê û hevkarîkirina Iraqê bikin.


Li gor raporteke National Post a Kanadî, ew çek 50 parçe çek, gule û çekên bêdeng ên nîşanşikên, hawanên 60 mm, sîstema antî tank a Carl Gustaf, narincok, demançe, kamera û amûrên pizîşkî li xwe digirin. Li gor heman raportê Sajjan ragihandiye ku sedema paşketina şandina wan çekan hinek “astengên îdarî” ne, ne ku Iraq an jî Tirkiye bûbin rêgir.


Di vê derbarê de Berpirsê Hevahengî û Peywendiyên Derve yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Hejar Îsmaîl ji Rûdawê re got: “Li gor rêkeftineke navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Kadadayê ku bi hevahengiya Iraqê hatiye kirin, biryar e Kanada Lîwayeke Pêşmerge bi hemû pêdiviyan pirçek bike.”


Derbarê çek û pêdiviyên leşkerî de jî Hejar Îsmaîl wiha axifî: “Kanadayê bi behayê 9.5 milyon dolar çek û pêdiviyên leşkerî amade kirine daku bişîne Hewlêrê.” Berî niha Berdevkê Hêzên Kanadayê Jay Janzen jî gotibû: “Hikûmeta Kanadayê hemû tedbîr wergirtine daku hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê garantiyê bidin ew çek bi awayekî maqûl tên bikaranîn.” Daxwiyaniya Janzen, mehek piştî ragihandina biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bû.


Li gor raporta Vays News, piştî şer û pevçûnên 16ê Cotmehê yên navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî, Kanadayê hevkariyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestandine. Lê Hejar Îsmaîl tekez dike ku zêdeyî şeş meh dibe Bexda rêgiriyê li şandina wê hevkariya leşkerî dike.


Berpirsê Eniya Mexmûr-Giwêr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî jî bo Rûdawê wiha axifî: “Salek û şeş meh dibe min li ser hesabê xwe û bi behayê 2 milyon dolar 75 karnas bo Hêzên Pêşmerge ji kompanyayên Kanadî kirîne, lê hikûmeta Iraqê dibe rêgir ku ew çek bên Kurdistanê.”


Kanada çar sal dibe di nav Hevpeymaniya Navdewletî de cih digire. Di serdema hikûmeta berê de Kanada bi 69 leşkerên hêzên taybet û firokeyên şer beşdarî operasyona dijî DAIŞê bû. Lê piştî hatina ser kar a hikûmeta Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, hêza esmanî ya wî welatî ji şerê DAIŞê vekişiya û hejmara şêwirmend û rahênerên leşkerî yên welatê wî li Kurdistanê bo zêdeyî 200 kesan hat bilindkirin.


Hefteyek piştî êrîşên ser Kerkûkê, Wezareta Berevaniyê ya Kanadayê ji CBC a Kanadî re ragihand ku ji ber alozî û nezelaliya rewşê, hêzên taybet ên Kanadayê bi awayekî demkî hevkariyên leşkerî bo hêzên ewlekariya Iraqê rawestandine.


Lê Berpirsê Hevahengî û Peywendiyên Derve yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Hejar Îsmaîl derbarê asta hevkariyên Kanadayê de ji Rûdawê re wiha axifî: “Heta niha jî Kanada hevpeymanê hêzên dijî DAIŞê ye. Berdewam hevkariya Pêşmergeyan kiriye û dike. Niha şêwirmendên wan ên leşkerî li Hewlêrê hene û ti aliyekî fermi bidawîbûna alîkariyên bo Pêşmerge ranegihandiye.”