Nifşê yekem ê pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Nifşê yekem ê pisîkên Wanê li Bakurê Kurdistanê ku bi çavên xwe yên yek şîn û yek zer tên naskirin, ji dayîk bûn û çavê xwe vekirin.
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Pisîkên Wanê Prof.Dr. Abdullah Kaya dibêje ku her pisîkeke Wanê 4 çêlîkan tîne.
Pisîkên Wanê ku bi rengê çavên xwe yên cuda û pirça xwe ya spî wek berfê li cîhanê tên naskirin, li Vîlaya Pisîkan a Wanê tên bixwedîkirin û parastin. Di hemû demsalan de xelk serdana wan dikin û demeke xweş derbas dikin.
Nifşê yekem ê Pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk dibin. Pisîkeke Wanê mehek berê çar çêlîk anîn dinyayê û niha çêlîkên ên din jî çêdibin.
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Pisîkên Wanê Prof.Dr. Abdullah Kaya dibêje ku heta Cotmehê dê jidayîkbûna pisîkên Wanê berdewam be.