Bakirhan: Ji roja ku Tirkiye hat avakirin ve zexta li ser Kurdî berdewam dike
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got, “Ji roja ku Tirkiye hat avakirin ve zexta li ser Kurdî berdewam dike.”
DEM Partiyê îro bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi 7 zimanan komcivîna xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê li dar xist.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civînê de bi helkefta “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê” bi Kurdî axivî.
Bakirhan bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî yên di dîroka Komara Tirkiyê de û got:
“Em bejna xwe li hemberî kedkarên Kurdî, Baba Tahîr, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Enter, Mehmet Uzun û gelek kedkarên din ên zimanê Kurdî ditewînin.”
“Zimanê Kurdî li dijî vê pişaftinê li ber xwe da”
Bakirhan amaje bi wê yekê kir, roja dewleta Tirk hatiye avakirin û heta îro zordarî li ser zimanê Kurdî hebûye û got:
“Li Tirkiyeyê berî 100 salî 20 ziman dihatin axavtin ku îro 18 ji wan wenda bûne. Zimanê me rih û canê me ye.
"Me bi hezaran kaset û pirtûkên Kurdî di bin axê de veşartin. Zordariya bi hemû awayî li ser Kurdî hat meşandin.
Zimanê Kurdî li dijî vê pişaftinê li ber xwe da û heta îro hat.”
“Mamosteyên Kurdî nayên tayînkirin”
Hevserokê DEM Partiyê herwiha bi bîr xist ku li zanîngehan beşa zimanê Kurdî hatiye vekirin û got:
“Xwendekaran ev zanîngeh xelas kirin lê nehiştin ku mamostetiyê bikin. Ew nehatin tayînkirin.”