Hewlêr (Rûdaw) - Li quncikeke taxa Nîştimanê ya nahiyeya Daretûyê ya Hewlêrê, di nav xaniyekî kevn û bê derî de, çîrokeke tijî êş û nexweşî ya Ebdulwahid Elî heye.
Ev zilamê 38 salî ne tenê ji ber nexweşiyeke kujer ketiye rewşeke xirab, di heman demê de xizanî û birçîbûnê jî ew û 6 zarokên wî dorpêç kirine.
"Jiyana wî bi mûyekî ve girêdayî ye"
Ebdulwahid beriya 11 salan bi hêviya jiyaneke aram ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe daye Hewlêrê.
Niha jiyana wî bi mûyekî ve girêdayî ye. Her du gurçikên wî ji kar ketine, dilê wî lawaz bûye û kîsikên avê li laşê wî belav bûne.
Gurçikên wî hefteyê sê caran tên şuştin.
Bijîşkê pispor Dr. Alî Tebax li ser jiyana Ebdulwahid Elî hişyariyê dide û dibêje, "Eger bi lez gurçik jê re neyê çandin, mirin li benda wî ye."
Pereyê wan ê testan jî nîne
Di nav vê hemû êşê de, hevjîna wî Bêrîvana ku şopên celteyê (krîz) li ser laşê wê diyar in, amade ye fedakariya herî mezin bike.
Bêrîvan dixwaze gurçika xwe bide Ebdulwahid da ku zarokên wan bê bav nemînin.
Lê xizanî rê nade wan, heta pereyê wan ê testan jî nîne da ku zanibin bê ma gurçikên wan li hev tên yan na.
"Zarokên wan ti carî neçûne dibistanê"
Di vê malê de qala "paşerojê" nayê kirin çimkî ti yek ji 6 zarokên ebdulwahid rojekê jî neçûye dibistanê.
Ew li şûna pênûs û defteran, di xema nan û kirêya xaniyê xwe yê 180 hezar dînarî de ne ku du meh in deyndar in.
Bêrîvanê bi çavên tijî hêsir û dengekî lerzok got:
"Meh û nîvek e derman ji me re nehatine kirîn, niha nan nîne ku em bixwin û ez zarokên xwe têr bikim."
Ew tenê ji bo 45 hezar dînarî digirî, ku ev pere mesrefê guhertina amûra stûyê hevjînê wê ye û divê roja şemiyê bê guhertin lê berîka wan vala ye.
Kurê malbatê yê mezin Ebûdê 19 salî ye lê ji ber barê giran ê jiyanê qet naşibe ciwanekî.
Ebûdê ku bi salan ji bo debara malê mil dabû milê bavê xwe, niha tenê dikare li bavê xwe yê bêhêz ê li nav nivînan temaşe bike.
Ebûd got, "Bavê min her tiştê me ye, ez tenê dixwazim ew baş bibe."
Ebdulwahid û malbata wî, niha tenê li hêviya destekî xêrxwaz in da ku wan ji vê nexweşî û birçîbûnê rizgar bike.
Çîroka wan, îmtihaneke dijwar a mirovahiyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse