Garîp Kandemir: Newroza Amedê ya îsal dê ji yên berê mezintir be

20-03-2019
RÛDAW
Newroza Amedê 21ê Adarê tê pîrozkirin
Newroza Amedê 21ê Adarê tê pîrozkirin
Nîşan Newroz Amed Garip Kandemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Garip Kandemir ragihand ku tevî guvaş û girtina çalekvan, lê ew pêşbînî dikin dê Newroza Amedê ya îsal ji Newrozên derbasbûyî gelekî mezintir be.

 

Hevserokê DBPêyê Amedê Garip Kandemir ku serperştiyarê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê dike, ji Rûdawê re ragihand ku tevî guvaş û girtina çalekvanan dê Newroza îsal a Amedê ji Newrozên salên bihorî mezintir be.


Garîp Kandemir diyar kir ku ji bo ku Newroz bi coşeke li Amedê bê sazkirin wan amadekariyên xwe kirine û diyar kir ku wan gelek kesayet, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend, berpisr û nûnerên rêxistin û welatan  vexwendine bo Newroza Amedê û piraniya wan bersiveke erênî dane.


Hevserokê DBPêyê Amedê destnîşan kir ku wan gelek dezgeh, partî û saziyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vexwendine bo Newrozê lê AK Partî nevexwendine.


Kandemir da zanîn ku bi Newroza Amedê ya îsal bi dirûşmeya "Em ê tecrîtê bişkînin; Teqez biserkevin" tê pîrozkirin.


Kandemir ji ber nêzîkbûna hilbijartinên şarederiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê desthelatdarên Tirkiyê nedixwestin ku guvaşê li ser Newroza Amedê zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst