Serok Barzanî cejna Newrozê pîroz kir û daxwazek ji xelkê Kurdistanê kir

 Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û daxwaz ji hemwelatiyan kir, ku bi awayekê praktîkî û bi temamî pabendî rênimayên tendirustî û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rêgirtin li belabûna vîrusa Koronayê bin.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî cejna Newrozê û sersala 2720 a Kurdî li malbatên şehîdan, Pêşmerge û Kurdistaniyên nav û derveyî welat pîroz dike û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyekê dixwaze.

Serok Barzanî amaje bi belevbûna vîrusa Koronayê li cîhanê û navçeyê dike û dibêje: “Mixabin niha navçeya me û hemû cîhan li gel gefeke şewb û petayeke cîhanî ve rûbirûye û bi vê sedemê jî gelek welatên cîhanê li rewşeke xerab ya tendirustî û aborî hatiye holê.”

Têkildarî belavbûna vê vîrusê li Herêma Kurdistanê û metirsiyên wê jî, Barzanî tekez dike: “Ji bo gelê Kurdistanê jî ev şewbe bûye gefeke mezin û derbasbûna wê îradeyekî hevbeş û pabendbûn û xweparêziya giştî pêwîste. Li vir da bi pêwîst dizanim daxwazê ji hemû aliyek bikim ku wekî erkekî niştimanî bi hûrî pabendî rênimayiyên tendirustî û rêkarên Hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar bibin. Hindî em hemû pabendî rênimayiyan bibîn û xwe biparêzîn ewqas jî gefa wê şewba metirsîdar li ser welatiyên Kurdistanê kêmtir dibe.”

Serok Barzanî spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê dike, ku rê nedane vîrusa metirsîdar a Koronayê bi awayekê zêde li Kurdistanê belav bibe û destnîşan dike: “Cihê xwe ye destxweşiyê li destpêşxerî û biryar û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku her li serê destpêka vê şewbê heta niha, bûne sedema wê yekê ku rêjeya belavbûna şewbê li astekî gelek kêm da bimîne û bi beramber li gel welatên dewruber, Herêma Kurdistanê parastîtir bimîne. Spasî ked û xebata şev û rojiya Tîmên Pizîşkî, Asayîş, Polîs, Pêşmerge û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li vê roja dijwar da berpirsiyariya dîrokî û hestiyar li ser milê wane û erkekî mînakî û nimûneyî bi cîh kirine.”

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî daye xuyakirin: “Ji wê yekê piştrastim ku pişt bi xwedê û bi hevkariya di navbera xelk û Hikûmet û pabendbûna hemû aliyek vê astengiyê jî bi selametî derbas dikin.”