Galeriya wêneyan

20-03-2024
16 Photos
Şewket Herkî
Şewket Herkî

WÊNE - Li Geverê Newroz bi coşî hate pîrozkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê îro be hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya ku li stadyuma Geverê hat lidarxistin, tevî serma û baranê bi coşeke mezin bi rê ve çû.

Pîrozbahî bi govend û stranên Newrozê dest pê kir û bi axaftinên rêveberên DEM Partiyê dewam kir.

Piştre jî agirê Newrozê hat pêxistin.

Kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn bi stranên Mîkaîl Aslan û Koma Aryen govend gerandin.

Wêne: Şewket Herkî/Rûdaw