Deriyên Başmax û Perwêzxanê ji bo bazirganiyê girtî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber Cejna Remezanê her du deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de li Başmax û Perwêzxanê ji tevgera bazirganiyê re hatin girtin.
Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê dê di nav rojên cejnê de vekirî bimîne.
Hat ragihandin ku ji ber Cejna Remezanê tevgera bazirganiyê li her du deriyên sînorî yên navneteweyî yên Başmax û Perwêzxanê hatiye rawestandin.
Her wiha hat eşkerekirin ku tevgera geştyaran a li wan deriyan dê berdewam bike.
Berdevkê Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê jî diyar kir ku li deriyê wan dê hem tevgera bazirganiyê hem jî ya geştyariyan bê navber berdewam bike.
Daxuyaniya Perwêzxanê
Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Perwêzxanê yê li parêzgeha Silêmaniyê, îro (20ê Adara 2026an) daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Bi helkefta Cejna Remezana pîroz û Newrozê, îro û sibe (20 û 21ê Adarê) li deriyê me yê sînorî tevgera bazirganiyê hatiye rawestandin."
Berpirsê Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Perwêzxanê Ebas Îsmaîl ji Rûdawê re got:
"Tenê tevgera bazirganiyê dê bê rawestandin, tevgera geştyaran dê berdewam bike."
Di daxuyaniya Perwêzxanê de her wiha hat diyarkirin ku "roja yekşemê (22yê Adarê) tevgera bazirganiyê dê vegera asayîbûna xwe."
Daxuyaniya Başmaxê
Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Başmaxê yê li sînorê Silêmaniyê jî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku "roja ewil a Cejna Remezanê, li komelgeha Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Başmaxê dê tevgera bazirganiyê 24 saetan were rawestandin."
Li gorî daxuyaniya derî, tevgera geştyaran dê asayî berdewam bike û tevgera bazirganiyê dê sibe asayî bibe.
Daxuyaniya Hacî Omeranê
Berdevkê Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê yê li parêzgeha Hewlêrê Sîrwan Husêîn ji Rûdawê re got:
"Vê cejnê, berevajî berê, li deriyê me yê sînorî tevgera geştyarî û bazirganiyê nayê rawestandin.
Ji ber ku cejn e eger ti kes bazirganiyê neke jî deriyê sînorî û pergal dê vekirî bimînin û nayên girtin."
Ji bilî van deriyên sînorî yên navneteweyî, di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê (Îran) de çend deriyên sînorî yên nefermî jî hene.