Serok Mesûd Barzanî: Newroz mizgîniya serkeftina li ser zordaran e

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdan pîroz kir û  got, “Newroz mizgîniya serkeftina li ser zordaran e.”

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Newrozê û sersala 2726an a Kurdan peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de banga hevahengî û yekrêziyê li aliyên siyasî kir.

Serok Mesûd Barzanî di destpêka peyama xwe de Cejna Newrozê pîroz kir û got:

"Ez bi boneya Cejna Newrozê û sersala 2726an a Kurdaan, cejna malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên dilovan ên li navxwe û derveyî welêt pîroz dikim."

Serok Barzanî her wiha cejna hemû wan gelên herêmê û cîhanê jî pîroz kir ku Newrozê beşek ji çand û dîroka xwe dibînin.

Mizgîniya serkeftinê

Serok Barzanî destnîşan kir ku Newroz ji bo xelkê Kurdistanê her tim bûye mizgîniya destpêkeke nû û wiha pê de çû:

"Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye mizgîniya destpêkeke nû û hêviyeke nû.

Newroz serkeftina li ser zordar û zehmetiyan e.

Ev yek wekî çandeke dewlemend a têkoşîna ji bo gihîştina bi aştî û azadiyê, di dîroka gelê Kurdistanê de rîşalên xwe kûr berdane."

Daxwaza hevahengiyê

Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser rewşa herêmê û cîhanê û diyar kir ku Newroza îsal hevdem e li gel gelek guhertin û aloziyan.

Serok Barzanî got, "Di vê rewşa hestiyar û dîrokî de, ji her demê zêdetir pêwîst e aliyên siyasî hevaheng bin û alîkariya hev bikin.

Divê ew piştgiriya berjewendî, aramî û asayîşa welatê me bikin."

Banga yekrêzî û aştiyê

Serok Barznaî di dawiya peyama xwe de yekrêzî xwest kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

"Ez hêvî dikim Newroza îsal ji bo aliyên siyasî bibe destpêka yekrêzî û biratiyeke zêdetir.

Hêvîdar im xelkê dilovan ê Kurdistanê vê Newrozê û hemû cejnan bi şadî û bextewerî derbas bikin.

Ez hêvî dikim gelên herêmê jî dûrî şer û aloziyan karibin di aştî û aramiyê de bijîn."