Mesrûr Barzanî bi boneya Newrozê peyamek belav kir: Em dê Kurdistanê biparêzin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Newrozê û Sersala Kurdî peyamek belav kir û cejn li hemû Kurdistaniyan pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, "Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em dê hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ya ji her metirsiyê bi kar bînin."
“Newroz sembola rûbirûbûna zordaran e”
Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Newrozê û Sersala Kurdî ya 2726an pîrozbahî li Kurdistaniyan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxweyî û malbatên serbilind ên şehîd û Enfalkiriyan kir û ji wan re tenduristiyeke baş xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Cejna Newrozê ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftin, azadî, rûbirûbûna zordaran, hatina biharê û destpêkirina jiyaneke nû ye.
Mesrûr Barzanî spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê kir
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku ev Newroz bibe destpêka qonaxeke tije aştî û asûdeyî ya di jiyana xelkê Kurdistanê de û bibe sedema bidawîhatina şer û nexweşiyên li herêmê û cîhanê bi giştî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê kir û got:
"Mixabin ji ber êrişên nerewa û terorîstî yên hêz û mîlîsên derveyî yasayê, Herêma Kurdistanê û jiyana welatiyan rastî rewşeke nexwastî hatiye."
“Em dê Kurdistanê ji her metirsiyê dûr bixin”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya Newrozê de xelk piştrast kir û anî wiha domand:
"Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em dê hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û dûrxistina wê ya ji her metirsiyê bi kar bînin."
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de spasiya hêzên asayîşa navxweyî, Hêzên Hevpeymanan, aliyên pêwendîdar û fermangehên xizmetguzariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi şiyan û jêhatîbûneke mezin erkên xwe bi cih tînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku ev rewşa dijwar di paşerojeke nêzîk de bi dawî bibe û Herêma Kurdistanê wekî her demê di bipêşketin û avedaniyê de berdewam be.