Li Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê hat geşkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Her çi qas ji ber şer û rewşa ewlehiyê ya li herêmê pîrozbahiyên fermî yên Newrozê hatibin betalkirin jî, welatiyan li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê geş kirin.
Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir ji Rûdawê re got, "Rewş nebaş e lê gava dijmin li vir bûn jî agirê Newrozê dihat geşkirin."
Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro 20ê Adarê, li gelek bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û Helebceyê agirê Newrozê hat geşkirin.
Her wiha li Bexdayê jî welatiyên Kurd agirê Newrozê pîroz kirin.
Silêmanî û Hewlêr
Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir ji Rûdawê re got, "Ji ber rewşa herêmê pîrozbahiyên fermî nayên kirin lê welatî azad in ku agir geş bikin, bi şertê ku qerebalixiya zêde çênebe û rêkar werin parastin."
Li bajarê Hewlêrê û navçeyên wê jî agir hat geşkirin. Berpirsekî payebilind ji Rûdawê re got, "Merasîmeke fermî û berfireh nîne lê bê guman em dê agirê Newrozê geş bikin."
Akrê: Paytexta Newrozê
Li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê, tevî betalkirina pîrozbahiyên fermî, xelkê bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.
Qaymeqamê Akrê Dilawer Bozo ji Rûdawê re got, "Xelk bi xwe hatine, def û zurna anîne û govendê digerînin. Em jî agirê Newrozê geş dikin."
Bozo diyar kir ku wan berê heşt kom ji bo hilkirina meşaleyan amade kiribûn lê ji ber rewşa heyî niha tenê du kom dê herin ser çiyê.
Qaymeqamê Akrê her wiha got eger baran nebe, dê meşaleyeke pir mezin li ser çiyê were hilkirin ku ronahiya wê ji Hewlêrê jî were dîtin.
Kerkûk û Bexda
Li Kerkûkê li nêzîkî kelehê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand ku parêzgar û nûnerên partiyên siyasî agir geş kirine.
Ciwanekî ji Kerkûkê got, "Îro ji bo me sê cejn in; Cejna Remezanê, Newroz û roja rizgarkirina Kerkûkê ya di Raperîna 1991ê de ye."
Li Bexdayê jî li lîqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kurdên Feylî civiyan û agirê Newrozê geş kirin.
Soran û Xurmal
Birêvebirê navçeya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî diyar kir ku ji ber rewşa herêmê wan bernameya xwe guherandiye lê dev ji geşkirina agir bernedane.
Helgurd Şêx Necîb di berdewamiyê jî de got, "Dema dijmin li vir bûn jî agirê Kurdan nehatiye vemirandin, lewma îsal jî em nasekinin."
Li navçeya Xurmalê ya parêzgeha Helebceyê, cara ewil li ser Kelaha Gulenberê agir hat geşkirin.
Nûçegihana Rûdawê Sazgar Selahê ragihand ku li gel agir, Alayeke mezin a Kurdistanê li ser bilindahiya 22 metreyî hat hildan.
Tevî baran û hewaya sar, li piraniya deverên din ên Herêma Kurdistanê welatiyan Newroz pîroz kir.