Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Divê Îran tawîzên mezin bide

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fransa Jean-Noel Barrot Hizbulaha Libnanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di serdana xwe ya ji bo Îsraîlê de ragihand ku divê Îran wekî beşek ji her çareseriyeke siyasî ya demdirêj a şerê Rojhilata Navîn, tawîzên mezin bide.

Jean-Noel Barrot li Tel Evîvê ji rojnamegeran re got, "Encama operasyonên leşkerî çi dibe bila bibe, divê bi çareseriyeke siyasî ya mayînde were temamkirin.

Di vî warî de, divê Îran amade be ku tawîzên mezin bide û di helwestên xwe de guherîneke bingehîn bike."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê careke din daxwaza Ewropayê ya ji bo rawestandina êrişên li ser binesaziya enerjiyê ducare kir.

Ev daxuyaniya wî piştî wê yekê hat ku Îsraîlê li parzûngeha gaza Îranê xist û vê yekê bihayê enerjiyê li cîhanê bilind kir.

Operasyonên Libnanê û derfeta diyalogê

Barrotê ku doh serdana Beyrûtê kiribû, "têbînî û nêrînên" Fransayê yên li ser operasyonên bejayî yên Îsraîlê yên li dijî Hizbulahê anîn zimên.

Jean-Noel Barrot daxwaz ji Îsraîlê kir ku vê "derfeta dîrokî" bikar bîne û bi desthilatdarên Libnanê re dest bi diyaloga rasterast bike.

Ev piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron razîbûna xwe nîşan da ku bibe mazûvanê dan û standinan.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê got, "Hikûmeta Libnanê amadebûneke bêhempa ji bo diyaloga rasterast a di asta herî bilind de bi Îsraîlê re nîşan daye."

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku wî bi Barrot re behsa "êrişên ji axa Libnanê yên li ser Îsraîlê" kiriye.

Saar li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got, "Mixabin hikûmet û artêşa Libnanê li dijî Hizbulahê ti karê cidî nakin; ne di warê serbazî de û ne jî di warên din de."

Saar her wiha daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku Hizbulahê bi temamî bixe lîsteya terorê, ne ku tenê baskê wê yê serbazî.

Plana Trump a ji bo Xezeyê

Jean-Noel Barrot amaje pê kir ku aramiya herêmê bi pêkanîna plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Xezeyê ve girêdayî ye.

 Ew plan Çiriya Pêşîn a par dawî li şerê du salan anîbû.

Plana Trump banga bêçekkirina Hemasê, vekişîna gav bi gav a artêşa Îsraîlê û bicihkirina hêzeke navneteweyî ya ji bo asayîşê dike.

Her wiha pêşniyara avakirina komîteyeke teknokrat a Filistînî ya demkî ji bo birêvebirina karên rojane dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mîr Feysel bin Ferhan / Wêne: Arşîv

Erebistana Siûdî hişyarî da Îranê: Sînorên sebira me hene

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan ragihand ku binpêkirina berdewam a mafên cîrantiyê ya ji aliyê Îranê ve baweriya herêmî û navneteweyî bi temamî tune kiriye